Almanya sala 2014ê herî zêde çek firot Kurdistanê
Li gor raportê, hikûmeta Almanyayê 2014ê destûr da dervefirotina çekan bi nirxê 3,97 milyar Euro, 2013ê destûr dabû firotina çekan bi nirxê 5,85 milyar Euro. Ev ji kêmbûneke bêtirî ji sedî 30 e.
Ji wan çekên ku destûra firotina wan hat dayîn, ji sedî 39,5 ji bo welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, NATOyê û welatên di heman astê de bû. Ji sedî 60,5 jî ji bo welatê sêyemîn bû.
Welatên ku sala 2014ê herî zêde çek ji Almanyayê kirrîn, Îsraîl, Sîngapûr, Koreya Başûr û Erebistana Siûdî bûn.
Bi taybetî destûrdanên ji bo çekên sivik, wek demançe, çifte û keleşkov berbiçav kêmtir bûn. Ev destûrdan ji 2013ê ji nirxê 82 milyon Euro, daket 47,5 milyon Euro di 2014ê de.
Almanyayê di 2014ê de herî zêde çekên sivik firot Başûrê Kurdistanê. (bi nirxê 15,27 milyon Euro). Di çarçoveya arîkariya Almanyayê ji bo Başûrê Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de, ji 2014ê ve Almanyayê hejmarek mezin ya çekên sivik û giran dane Kurdistanê.
Wekî din jî, di sala 2014ê de 100 serlêdanên ji bo dervefirotina çekan ji aliyê hikûmeta alman ve hatin redkirin. 2013ê hejmara redkirinan 71 bû.
Rudaw
