Perlemanterek şeş pirsyaran arastey aliyên herêma Kurdistanê dike
Endamê perlemana Îraqê li ser fraksyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr . Cemal Koçer, şeş pirsyaran arastey layenên siyasî yên serekî li herêma Kurdistanê diket derbarey pirsa serokayetiya herêma Kurdistanê .
Dr. Cemal Koçer diyar kiriye: Nêzîkbûna bi dumahîhatina wîlayeta serokê herêma Kurdistanê û nebûna çi yasayên diyar û rûn û peywendîdar bi babetî ve û nebûna êk rêzî û êk helwêstiya nav mala kurdî li ser vê kêşê û hez û berjewendî û projeyên cawaz yên welatên dewrûberê , û alozya rewşa Îraqê û deverê … şeş pirsyar gring bihêne kirin .
1- Erê gelek ya gringe lezeka zêde li vî babetî bihête kirin, berî kudengiyeka niştîmanî li ser dirust bibît ??
2- Erê em neşiyan vî babetî bu dû salên dîjî paşbêxîn û di nava van dû salan da rastvekirina desturî û yasaya serokatya herêmê biryarê li ser bidet ??
3- Eger ne , pa kîne berbijêr bu vî postî ? Erê dê li astê bargiraniya wan kêşeyan bin yên niha berukên milletê me giritîn ??
4- Kî heye evro piraniya mlletî li ser kudeng bît û şiyanên rêvebirina pêşmergey di şerê dijî DAIŞ da û bersîng girtina projeyên nexwazyar hebin , û berjewendiya milletê kurd bi ser hemî berjewendiyên dî bêxît , û di gemeya siyasî ya nav dewletî da rol hebît û têbgehît ??
5- Erê ew çaksazî û ghurînên pêtivî ku bihênekirin hemî bi vî postî ve girêdayine ? Û eger wesa bît bo çî heta nuke nehatiye daxwaz kirin ??
6- Erê kîşkê gurî kîşkê bikeyin ? .. Êk rêzî û êk helwêstiya nav mala kurdî di vî kawdanê nazik da gurî postekî û hindek berjewendiyên hizbî yên berteng bikeyin .. Yan hemî tişta gorî êk rêzî û êk helwêstiya nav mala kurdî bikeyin ??
Dr . Cemal Koçer amaje bi wê yekê kiriye û gotiye: Hîvî xwazim her pênç layenên siyasî yên serekî li herêma Kurdistanê berisveka neteweyane bo van pirsan dirust biken û paşî biryara pêngavhavêtinên xwe biden ...
Xendan
