Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Li hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraqê û şerê dijî terorîstan û azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û gûftugoyan. Her wiha ronahî xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa xerab ya koçberên parêzgeha Enbarê.
Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî yekgirtî li palpiştîkirina Pêşmerge heye û her wiha eve jî dûpat kir ku hevkariyên artêşa Amerîka ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibê û hemahengiya di navbera hêzên Amerîka û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê berfirehtir dibê.
Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa Sûriye û çawayiya rûbirûbûna terorîstan li Sûriye hate nirxandin.
