• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Amerîka li Iraqê kir
Roja çarşem 24.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraqa Federal û şandekî li gel kir ku ji Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji berpirsên bilindên serbazî ya artêşa Amerîka pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de rewşa emnî û siyasiya Iraqê û şerê dijî terorîstan û azadkirina bajarê Musilê xistin ber behs û gûftugoyan. Her wiha ronahî xistin ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û rewşa xerab ya koçberên parêzgeha Enbarê.

Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan wê yekê bi Serok Barzanî ragihand ku li Amerîka nêrîneke tevahî yekgirtî li palpiştîkirina Pêşmerge heye û her wiha eve jî dûpat kir ku hevkariyên artêşa Amerîka ji bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibê û hemahengiya di navbera hêzên Amerîka û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê berfirehtir dibê.

Li beşekî dinê vê kombûnê da rewşa Sûriye û çawayiya rûbirûbûna terorîstan li Sûriye hate nirxandin.
Top