Dest bi rahênan a Pêşmergeyên Êzidî û Kakayî hate kirin
Wezareta Pêşmerge ragihand ku bi sedema meha Remezanê rahênana Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hat rawestandin û wê rahênan bi Pêşmergeyên Êzidî û Kakeyîan were kirin.
Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê “Cebar Yawer” ragihand: “Hevpeymaniya ku şerê DAIŞê dike navendek taybet bi rahênan peşmergeyan vekirine bi mebesta ku hemî welatên dixwazin rahênanê bi pêşmerge bikin li wê navendê karên xwe cîbicîbikin.”
Derbarê sedema ragirtina rahênana pêşmerge Yawir got: “Bi sedema hatina meha Remezanê rahênan pêşmerge heta dawiya Remazanê hate ragirtin û piştî vê mehê wê rahênan dîsa dest pê bike.”
Hwewiha ragihand jî: “Beramberî vê ragirtinê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest bi rahênan pêşmergeyên Êzidî û Kakayî kirine.”
Derbarê welatên beşdar di rahênana Pêşmerge de Yawir got: “Bêhtir ji 10 welatan e ku rahênanê bi Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.”
Piştî êrîşên DAIŞê bo ser Şingal û deverên Kakayiyan, wezareta Pêşmerge çend yekeyên pêşmerge ji wan herdû pêkhateyan damezirand û niha hinek ji wan deverên xwe diparêzin.
Basnews
