Koşka Spî pesnê YPG û YPJ dide
Piştî girtina bajarokê Girê Spî, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastinê Jinan (YPJ) û grûpên opozîsyona Sûriyê duh, 23ê Hezîranê, gundê Eyin Îsa jî ji dest çekdarên DAIŞê derxitsin.
Di vê derbarê de Berdevkê Koşka Spî ya Amerîka (Josh Ernst) ragihand ku “ew serkeftin amajeyekin bo girîngiya yekalîker ya ku Amerîka dide hebûna hevbeşekî xwedan karîn û amadeyî û bihêz” di şerê li dijî DAIŞê de.
Josh Ernst diyar kir jî ku, Washington “dahatên mezin” ji bo rêxistin û amadekirina hêzên li dijî DAIŞê peyda û xerç dike.
Girîngiya girtina Eyin Îsayê jî ewe ku, tenê 50 K.M ji paytexta “Dewleta DAIŞê” Reqayê dûr e, bi girtina wî gundî jî metirsiyeke berçav xistiye ser rêxistina DAIŞê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî di daxuyaniyekê de ragihand ku, jin û zarokên çekdarên rêxistina DAIŞê êdî ji Reqayê direvin, rêxistina navborî jî hêzên xwe li wî bajarî kom dike, ji bo rûbirûbûna her êrîşekê bi aramnaca azadkirina wî bajarî.
Basnews
