• Wednesday, 18 February 2026
logo

Berpirsekî Yekgirtû îstîfa kir

Berpirsekî Yekgirtû îstîfa kir
Yek ji damezrênerên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û serkirdeyê wê partiyê li devera Badînan, Dîndar Necman Doskî dest ji partiya xwe berda.

Endamê Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamî û yek ji damezrênerê wê partiyê, Dîndar Necman Doskî di daxuyaniyekê de ragihand ku, wî dest ji partiya xwe berda ye.

Di daxuyaniyê de derbarê sedemên dest jikarberdana wî serkirdeyê Yekgirtû de hatiye gotin: “Yekgirtûyên devera Silêmaniyê bi ser biryarên wê partiyê de zal bûne û ew partî nikare bêalîbûna xwe di biryardayînê de biparêze.”

Dîndar Doskî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Ez li dijî helwêsta polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya derbarê arîşeya Serokatiya Herêma Kurdistanê me, çimkî ew pirs di Parlamentoya Kurdistanê de çarerser nabe.”

Dîndar Doskî herwiha rexne ji siyaseta partiya xwe digire û dibêje: “Arasteya yekgirtû di bin hejmoniya Yekgirtûyên devera Silêmaniyê de dibe û nikare xwe ji wê rizgar bike.”

Doskî di beeşeke din a daxuyaniya xwe de ragihandiye ku, Yekîgirtû herwiha di bin bandora partiyên Silêmaniyê de ye û dibêje: “Yekgirtû nekariye xwe ji guvaşên partiyên Silêmaniyê (Goran û YNK) biparêze û bi wê yekê jî bêalîbûna xwe ji dest daye. Ji ber wê sedemê jî min dest ji kar berda.”

Duh sêşemî 33 serkirde û 4 Melbendên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê yên devera Badînan di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hember beşdarbûna parlamenterên wê partiyê di civîna parlamentoyê ya li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê de ragihandin.

Serkirdatîya Yekgirtû li devera Badînanê di daxuyaniya xwe ya duhî de tekez kiribûn ku, pêwîst e pirsa hestiyar a kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bi rêya lihevhatineke niştimanî bê çareserkirin û nabe bêy PDKê behsa yekalîkirina pirsek wisa hestiyar bê kirin.

Herwiha duh Sêşemê Parlamentoya Kurdistanê li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê û bêy beşdariya fraksiyonên PDKê, Sosyalîst, Arasteya Sêyem, Fraksiyona Tirkmenan û ya Xirîstiyanan jî civiya û ji aliyê fraksiyonên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel ve 4 pêşniyarqanûn bo serastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.

Rudaw
Top