• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heşda Şeibî 280 hezar dolarî bermaber azadkirina 4 Pêşmergeyan dixwaze

Heşda Şeibî 280 hezar dolarî bermaber azadkirina 4 Pêşmergeyan dixwaze
Parlementerê Kurd li Bexdayê Adil Nûrî ragihand ku, piştî wan cihê her 4 Pêşmergeyên zêrevanên Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm naskir, peywendî bi çekdarên Heşda Şeibî re kirin daku ew Pêşmerge bên azadkirin.

Adil Nûrî diyar dike ku, bi rêya çend navbênkaran (ku navê wan aşkere nake) wan hewldanên azadkirina 4 Pêşmergeyan destpêkirin û got: “Destpêkê çekdarên Heşda Şeibî daxwaza 70 hezar dolarî bo azadkirina wan kirin, lê piştre poşman bûn.”

Roja 10ê Gulana îsla, li ser rêya Bexda-Xurmatû, çekdarên Heşda Şeibî her 4 Pêşmergeyên zêrevanên serokomarê Iraqê revandibûn.

Adil Nûrî aşkere dike jî ku “Niha çekdarên Heşda Şeibî ji bo serbest berdana her Pêşmergeyekî daxwaza 70 hezar dolarî dike, wate 280 hezar dolar bo her çaran.”

Li gor zanyariyên Bas jî, heta niha Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm ti hewildaneke cidî derbarê azadkirina wan êşmergeyan, nedaye.

Basnews
Top