• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pentagon: Em naxwazin bi milîsên şîe re hevkariyê bikin

Pentagon: Em naxwazin bi milîsên şîe re hevkariyê bikin
Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku, bi ti awayî ti cure têkelî û hemahengiyek di navbera hêzên wan ên li Iraqê û milîsên Heşda Şeibî de tune ye û ew naxwazin bi milîsên şîe re hevkariyê bikin.

Berdevkê Pentagon, Steve Warren di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand: “Li Navenda Asmanî ya Teqedum hejmarek milîsên Şîe hene, Washington jî berî ku serbazên xwe ber bi wê navendê ve bişîne, daxwaz kiriye tenê yek çekdarên milîsên Şîe jî li wê navendê nemîne.”

Piştî ketina bajarê Mûsilê di dest çekdarên DAIŞê de, Serokê Amerîkayê Barack Obama bi armanca bilezkirina bêvajoya perwerdeya leşkerî bo hêzên ewlehiyê yên Iraqê, 450 serbazên din ên amerîkî şand Iraqê û ew hêza nû jî li navenda esmanî ya Teqedom a li nêzîkî bajarê Rumadî hatin bicihkirin.

Hevdem Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand: “Hêzên hevpeymaniya navdewletî bi serpireştiya Amerîkayê derbên giran ên asmanî li çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê dide.”
Li gor wê daxuyaniyê, di heyama 24 saetên borî de balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, 13 êriş li dijî DAIŞê li Kerkûk, Şingal, Rumadî, Hît û çend navçeyên din pêk anîne.
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, “balafirên hevpeymanan li Girê Spî (Til Abyad) li Sûriyê jî 3 êriş li dijî çekdaêrn DAIŞê pêk anîne û derbên giran li DAIŞê dane û gelek zirarên canî û madî gihandine DAIŞê.”

Rudaw
Top