• Wednesday, 18 February 2026
logo

Arif Bacewanî: Îran dixwaze rola Barzanî li Kurdistanê kêm bike

Arif Bacewanî: Îran dixwaze rola Barzanî li Kurdistanê kêm bike
Sekreterê Partiya Serbestiya Kurdistanê PSKê rexnê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike li ser amadebûna qunsilê Îranê di civîna perlementoya Kurdistanê û bi negative behsa wê dike.

Serokê PSKê “Arif Bawecanî” ragihand: “Cê daxêyê ew tiştê me îro dît, Ez naxwazim destwerdanê di karê Başûrê Kurdistanê de bikim, lê ew tiştê ku îro bû hestê 50 milyon Kurd û bi taybet hestê 11 milyon Kurdên Rojhilatê Kurdistanê birîndar dike.” Û got jî: “Ez nizanim çi pêwendiya Îranê bi pirojeyên perlementoya Kurdistanê heye ku ev piroje li ber wî bên xwendin, wate Îran ewqasî Şama Şerîfe ku perlementoya Kurdistana xwedî 182 hezar enfalkirî û bi hezara şehîd ku vexendinê bo qunsilê Îranê bike ? di demekê de ku rêjîma Îranê rojane mafê Kurdan li Rojhilatê Kurdistanê bin pê dike?”

Bawecanî ew jî eşkere kir: “Aya rojane perlementoya Îranê dema gotûbêja pirojeyên xwe dike bangewazî kurdan dike?”

Serokê PSKê dibêje jî: “Karê îro pîrozbahiya perlementoya Kurdistanê xiste jêr berpirsiyaretî her take Kurdekî.”

Bacewanî bêhtir qise kir û got: “Gerek bû ji bo behskirina pirsa serokatiya Herêma Kurdistanê beşên din yên Kurdistanê hatibana vexwendin, ne nûnerê rêjîmek xwîn mij û diktator û dijî aştiyê.” Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Kurdên cîhanê bi temamî bi negative behsa beşdarîkirina nûnerê rêjîma Îranê dikin.

û got jî: “Îran dixwaze rola Serok Barzanî li Kurdistanê kêm bike.”

Basnews
Top