• Wednesday, 18 February 2026
logo

Yekgirtûya Badînanê: Bêyî PDKê nabe biryarek hestiyar bê dayîn

Yekgirtûya Badînanê: Bêyî PDKê nabe biryarek hestiyar bê dayîn
Serkirdatiya Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li devera Badînan rexne li civîna îro ya parlamentoya Kurdistanê girt û ragihand, nabe bêyî PDKê biryar li ser pirsek hestiyar wek Serokatiya Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Serkirdeyê pilebilind ê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê li devera Badînan, Dîndar Necman Doskî derbarê civîna îro ya parlamentoyê û hewlên her 4 aliyên YNK, Goran, Yekgirtû û Komel bo serastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de daxuyanî da.

Dîndar Necman Doskî rexne li civîna îro ya parlamentoyê girt û got: “Gerek lihevhatinek siyasî bê kirin. Nabe bêyî PDKê ku partiya yekem a parlamentoya Kurdistanê ye, biryar li ser pirsek wisa hestiyar bê dayîn.”

Doskî herwiha got: “Serkirdatiya Yekgirtû li Badînanê biryar da ku parlamenterên wê partiyê yên wê deverê, beşdarî di civîna îro de nekin.”

Îro Parlamentoya Kurdistanê li ser kirîza Serokatiya Herêma Kurdistanê civiya. Dicivîna îro de parlamenterên fraksiyonên YNKê, Goran, Yekgirtû û Komel amade bûn.

Lê Parlamentarên PDKê û her sê fraksiyonên Tirkmenan, Xirîstiyanan û Arasteya Sêyem civîn baykot kirin.
PDK rexne li aliyên din digire û dibêje, ku ew dixwazin bê y PDKê û bûy lihevhatinek niştîmanî biryarê li ser pirsek hestiyar wek kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê bidin.

Rudaw
Top