• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Hesekê 3 teqîn: 9 kuştî û bi dehan birîndar

Li Hesekê 3 teqîn: 9 kuştî û bi dehan birîndar
Li Hesekê 3 teqîn çêbûn û di encamê de herî kêm 9 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

Li Hesekê vê êvarê saet 18:45ê du teqîn bi 2 otombîlên bombekirî li bajarê Hesekê çêbûn û piştî wan jî 3 kesên xwekuj xwe di nav navenda sereke ya artêşa Sûriyê li wê navçeyê de teqandin.

Nûçegihanê Rûdawê got ku teqîna yekem li taxa Til Hecer ku di destê YPGê de ye li nêzî navenda asayişa giştî pêk hat û di encama wê teqînê de kesek hat kuştin û 10 kesên din birîndar bûn û anî ziman kesên birîndar ji bo nexweşxaneyên Hikmê û Şabo hatin veguhestin.

Nûçegihanê Rûdawê herwiha got ku teqîna duyem nêzî nexweşxaneya zarokan li taxa Neşwê ya di bin destê hêzên hikûmeta Sûriyê de çêbû û di encamê de 12 kes birîndar bûn.

Li ser teqîna sêyem jî nûçegihanê Rûdawê got ku 3 kesên xwekuj xwe di nav navenda sereke ya artêşa Sûriyê li wê navçeyê de teqandin û di encamê de 8 kes ji leşkerên Sûriyê hatin kuştin û bêtirî 10 leşkerên din birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê jî ragihand ku , di encama herdu teqînên yekem de kesek hate kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne.

Rudaw
Top