Civîna Parlamentoya Kurdistanê li ser Serokatiya Kurdistanê dest pê kir
Civîna Parlamentoya Kurdistanê li ser pêşniyarqanûnên ku ji aliyê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû ve ji bo sererastkirina qanûna Serokatiya Kurdistanê hatibûn pêşkêşkirin, dest pê kir.
Piştî ku civînê dest pê kir, Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Mihemed Elî ji rojnamevanan re ragihand, divê arîşeya Serokatiyê bi lihevhatinê were çareserkirin çimkî ev mijar, mijareke niştimanî ye.
Mihemed Elî diyar kir ku çi rê û çalakiyên rewa ji destê wan were dê bikin ji bo ku civîn pêk were û pêşniyarqanûnên han bên pesendkirin.
Wî parlamenterê PDKê li ser wan îdiayên ku dibêjin PDK dê “aloziyê derxîne” jî got, tiştekî wisa tine, em tenê rêyên rewa ji bo armancên xwe bikar tînin.
Ji aliyekî din, hat gotin ku 20 serkonsul û nûnerên welatên biyanî yên li Başûrê Kurdistanê beşdarî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê dibin.
Rudaw
