• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tevgera Goranê piştgirya Elî Baprî dike

Tevgera Goranê piştgirya Elî Baprî dike
Li gor wan gotegotên ku li navendên nêzîk Komela Islamî ya Kurdistanê hene, Emîrê Komel (Elî Bapîr) razî ye ku xwe ji bo posta Serokê Herêma Kurdistanê xwe berbijêr bike, Tevgera Goranê jî piştgiriya wê bîrokeyê dike.

Li gor çavkaniyên nêzîk ji civînên Silêmaniyê, di gotûbêjên xwe de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê û Komela Islamî dibînin ku, eger hat û hilbijartinên Serokatiya Herêma Kurdistanê hatin encamdan, baştir wa ye ku her sê alî bi yek berbijêrî beşdar bibin, Goran jî piştgiriya wê bîrokeyê dike ku, Elî Bapîr xwe berbijêre.

Wek ku çavkaniyan aşkere kirine, di civînan de behsa wê yekê hatiye kirine ku, eger Elî Bapîr xwe berbijêr bike, dê bidestxistina piştgiriya Tehran û Bexdayê li ber dest be.

Ji aliyek din ve, di rojên borî de çendîn berpirsên pile bilind ên Îranê li Silêmaniy bûn û pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê ligel çend aliyên siyasî li wêde gotûbêj kirine, herwiha wan berpirsan dilgiraniya xwe ji pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê anîne ziman.

Basnews
Top