Wezîrê Bergirî yê Fransayê dê serdana Kurdistanê bike
Cîgirê Berpirsa Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê, Elî Dolemerî ji PNAyê re ragihand, biryar e wezîrê bergirî yê Fransayê John F Laudrian ligel şandeke pile bilind serdana Kurdistanê bike û bi serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û berpirsên pile bilind ên pêşmerge re bicive.
Cîgirê Berpirsa Nûneratiya Herêma Kurdistanê li Fransayê herwiha amaje bi wê yekê kir, ku wezîrê bergirî yê Fransayê dê di wê serdana xwe de çend cure çekên pêşketî ji curên mûşekên Mîlan û Dije Tankên din, Dûşka û guleyên hawenan ji hêza pêşmerge ya Kurdistanê re bîne. Elî Dolemer got, ku Fransa wan çekan bêyî îcazeya Bexdayê û bi awayekê rasterast ji hêza pêşmerge re tîne.
Elî Dolemerî ew yek jî aşkere kir, ku wezîrê bergirî yê Fransayê dê serdana eniyê şer jî bike. Dolemerî got, Parîsê soz daye ku bi hemû awayekê piştgîrî li hêza pêşmerge ya Kurdistanê û gelê kurd bike.
Heyamek berî niha, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Fransayê kir û ligel serokê wî welatî Fransuwa Hollande civiya û derbarê xurtkirina pêwedniyan û alîkariyên serbazî ji hêza pêşmerge re bi wî re guftûgo kir.
