Li Tirkiyeyê avakirina hikûmeta hevpeymaniyê
Serokamarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku, pêwîst e li ser bingeha aramî û berjewendiya hemû Tirkiyeyê hikûmeteke hevpeymanî bê çêkirin, ji ber wê jî divê hemû rayedarên partiyên parlamentoyê bi ziman û ramaneke berpirsiyar tevbigerin.
Piştî ku serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî xwest ku bi hevre hikûmetê çêbikin û Bahçelî bibe serokwezîrê wê hevpeymaniyê, Devlet Bahçelî bi zimanekî tund bersiva Kiliçdaroglu da.
Kemal Kiliçdaroglu di hevpeyvînekê bi televizyoneke Tirkiyê re got, ew naxwaze wek Bahçelî bersiveke tund bide, ew amade ye ku bi AK Partiyê re hikûmeteke hevpeyman çêbike û herwiha mercên çêbûna wê hikûmetê jî hene û guncan n, lê eger AK Partî bixwaze bi MHPê re çêbike, wê demê CHPê dê serkêşiya dijbereyê dîsa bike.
Piraniya medyaya Tirkiyeyê jî behsa wê yekê dikin ku, hikûmeta hevpeymanî li Tirkiyeyê dê di navberê AK Partî û MHPê de be.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, partiya netewperest MHPê qebûl kiriye ku, rewşa agirbestê bê berdewam kirin, lê ew nerazîye ku pêvajoya aşitiyê bimeşe û ew xeteke sor e ji bo tevlîbûna wan ji her hikûmetekê re.
Perlementerê HDPê û Endamê Şanda Îmraliyê Îdris Baluken jî ji çapemeniyê re diyar kir, hikûmeteke hevpeymanî ku AK Partî û MHPê bi hevre çêbikin, dê hikûmeteke îslamî netewperest be, li ser bingeheke mezhebî be û li dijî statuya kurdên Rojavayê Kurdistanê be.
Hin rayedarên HDPê yên din jî dibêjin dê ev hikûmeta ku AK Partî û MHPê çêbikin, hikûmeta jinûve ragihandina şer be û têkbirina pêvajoya aşitiyê be.
Lê beşek mezin ji quncik nivîsên rojnameyên Tirkiyê dibêjin, kî dibe hikûmet bila bibe, kes nikare di van mercên rojhilata navîn de nikare berê Tirkiyeyê bidin şerî, ji ber ku her kes dizane eger şerek wiha bibe çarenivîsa Tirkiyeyê dê ji ya Îraq û Sûriyê ne cudatir be.
Rudaw
