“Barzanî yekem kesayetî ye ku piştgiriya biparêzgehbûn Şingalê dike”
Di daxuyaniyekê de bo BasNewsê îro, 23ê Hezîranê, Şêx Şamo ragihand ku, di civîna beriya çend mehan ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de, aliyên êzdî daxwaza biparêzgehbûna Şingalê kiribûn û got: “Serok Barzanî yekem kesayetî bû ku piştgriya vê pirsê kiriye.”
Şêx Şamo tekez kir jî ku, Barzanî wek kesayetî û Serokê Herêma Kurdistanê “Yekem kesayetî bû ku piştgiriya biparêzgehbûna Şingalê û hemû rêyên yasayî di wê derbarê de kiriye, lê pêwîstiya vê yekê bi demê heye, ji ber ku divê ew bajar bi awayekî rasterast vegere ser îdareya Herêma Kurdistanê û piştire dê karên yasayî destpê bikin.”
Navborî got jî: “Her kesek behsa wê yekê jî bike ku bîrokeya wan ji bo biparêzgehbûna Şingalê hebe, muzadeya siyasî.”
Basnews
