• Wednesday, 18 February 2026
logo

Almanya dê rahênanê bi çekdarên Êzidî bike

Almanya dê rahênanê bi çekdarên Êzidî bike
Artêşa Almanya dê di çarçoweya berfirehkirina çalakiyên xwe yên li dijî koma terorîstiya DAIŞê, rahênanê bi çekdarên Êzidî bike û wan ji şerê DAIŞê re amade bike.

Li gor nûçeyeka malpera DW a Almanî, Wezîra Bergirî ya Almanya Urusla Von Der Line ragihandiye: Artêşa Almanya ji îro pê ve li navçeyên şerê bi DAIŞê re, dê rahênanê bi wan Êzidîyan bike ku dixwazin navçeyên xwe li DAIŞê werbigrin.

Li gor wê raportê, hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê dê berpirsiyarê aamdekirina zemîneya cîbicîkirina ewê erka artêşa Almanyayê bin.

DezgehênRagihandinî yên Almanyayê, ew alîkariya hêzên pêşmerge bo amadekirina zemîneya pêwîst bo rahênana çekdarên Êzidî, wek peyamek zelal bo yekgirtina hemû pêkhateyên Iraqê li dijî çekdarên DAIŞê didin naskirin.

Ew cara yekem nîne ku artêşa Almanyayê alîkariya wan hêzan dike bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê. Pêştir jî artêşa Almanyayê çekên pêşketî ji hêzên pêşmerge yên Kurdistanê re şandibû û rahênan bi hêzên pêşmereg kiribû.

Top