• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serkirdeyekî PDK: Ji niha û şûn ve emê kartên xwe bikar bînin

Serkirdeyekî PDK: Ji niha û şûn ve emê kartên xwe bikar bînin
Îro, 23ê Hezîranê, civîna Parlementoya Kurdistanê derbasê pirsa guhertina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê li dardikeve, serkirdeyekî PDK amaje dike ku, partiyên din nermiya PDK “îstixlal” kirine, ji niha û şûn ve wê PDK jî kart û rêyên xwe yên siyasî û yasayî bo çareseriyê bikar bîne.

Biryare di civîna îro ya parlementoyê de, xwendina yekem bo proje yasayên ku her yek ji Tevgera Goranê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û aliyên islamî derbarê Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de pêşkeşkirine, werin gotûbêjkirin. Ew proje yasa jî dixwazin Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê parlementoyê ve were hilbijartin, ne ji aliyê gel ve.

Tevgera Goranê rêberiya pêşniyara hilbijartina serok di parlementoyê de dike, Partiya Demokrata kurdistanê (PDK) jî li ser hilbijartina serok ji aliyê gel ve, rijde.

Di vê derbarê de Endamê Encûmena Serkirdayetiya PDK Elî Ewnî ji heftenameya Bas re ragihand ku, partiyên din proje û helwestên xwe ragihandine û got: “PDK wê xwesepandinê qebûl nake, bi piştgiriya xelk û cemawerên Kurdistanê, dehan kart û bijarên siyasî û yasayî di dest me de ne, êdî em ê wan bikar bînin.”

Ewnî got jî: “Partiyên din nermiya PDK îstixlal kirine û tiştê ku ew niha dikin, PDK dikarî beriya niha bike, lê nedixwest yekrêziya niştimanî têkbiçe û xwe jî bi xwedana xelkên Kurdistanê zaniye, tiştê ku niha jî destpê bike, pêngavên yasayî ne dê ti carî ne li ser hisabê berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê be, tenê dê bersivek be bo wan ên niha manoran dikin û dê ji helwesta xwe poşman bibin.”

Navborî tekez kir jî ku, dê PDK hin kartan bikar bîne, ku tu aliyekî pêşbînî nedkirin û di pêşbîniyên xwe yên siyasî de jî nexwendine û wiha berdewam kir: “Em xelkên Kurdistanê piştrast dikin ku, ew cûrên lîstikan berjewndiyên Kurdistanê dixine metirsiyê de, êdî em nema rê bi wan lîstikan didin û gelek kartên bihêz di dest me de ne, ji ber ku tiştê ku niha ew partî dikin şaşiyeke mezin e û merc nîne ku babeta çend alî daxwaz bikin rast be.”

Basnews
Top