• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞê ji ber bîrên petrolê 14 çekdarên xwe kuşt

DAIŞê ji ber bîrên petrolê 14 çekdarên xwe kuşt
Rêxistina DAIŞê 14 fermande û çekdarên xwe bi hêceta ku nekarîne bîrên petrolê ji hêzên iraqî bistînin, komkuj kir.

Serokê Lêjneya Asayişê ya Parêzgeha Diyale ya Iraqê, Sadiq Husênî diyar kir ku di heyama çend rojên borî de çekdarên DAIŞê gellek caran hewl dane bîrên petrolê yên Ellas û Ecîlê li parêzgeha Diyale bigirin lê êrişên wan ji aliyê hêzên iraqî ve hatine pûçkirin.

Sadiq Husênî da zanîn, ji ber wê jî rêxistina DAIŞê fermana mirina 14 fermande û çekdarên xwe yên ku di wan êrişan de şikestibûn, da û hemû komkuj kir.

Li gorî wî rayedarê parêzgeha Diyale, ew bîrên petrolê beriya niha ketibûn destê DAIŞê û rêxistinê her roj 500 tanker petrolê bi qaçaxî difrot.

Rudaw
Top