Girê Spî – Bajarokê Eyn Îsa jî ji destê DAIŞê hat derxistin
Li gor daxuyaniya wê grûpê ku li ser hesabê xwe yê Twîterê belav kiriye, hêzên Volkana Feratê û YPGê bajarokê Eyn Îsa bi temamî ji destê DAIŞê derxistin.
Duh jî berdevkê YPGê Rêdûrî Xelîl di daxuyaniyekê de ragihandibû ku hêzên wan û yên Volkana Feratê baregeha “Lîwaya 93” ya artêşa Sûriyê li başûrê rojavayê Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistin.
Rêkxistineke mafên mirovan li Sûriyê jî gotibû ku piştî kontrolkirina wê navenda leşkerî, hêzên YPG û Volkana Feratê derbasî çend taxên bajarokê Eyn Îsa bûne.
Çalakvanên Sûriyê jî ragihandin ku duh 26 termên çekdarên DAIŞê yên ku di encama bombebarana balafirên hevpeymaniyê de li bajarokê Eyn Îsa hatibûn kuştin, gihiştin bajarê Reqayê.
Rudaw
