Di aboriyê de serxwebûn
BasNûçe / Amed – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji ber ku Bexdayê di nedana budceyê de israr dike, biryar da ku ewê nefta xwe bixwe bifroşe û bi vî awayî di mijara pêkanîna aboriya serxwebûnê de biryareke grîng stend. Ev biryara hevpar a partiyên siyasî û hikûmeta herêmê ji bo aboriyeke serbixwe wek gaveke pêwîst tê dîtin.
Li Başûrê Kurdistanê li gel şer, ji aliyekî nîqaşên li ser destûra nû ya ku tê nivîsandin tûjtir dibin, ji aliyê din ve serokê herêmê û hikûmet xebatên dîplomatîk û aborî yên ku rê li ber serxwebûnê vedikin didomînin. Serokê RHK Barzanî di gera xwe ya Kuweyt û Mîrektiya Yekgirtî ya Ereban de hem helwesta van welatan terazîn kir, hem jî ji bo penaberên ku ji ber şer koçî herêmê kirine û hejmara wan ji milyonan zêdetir bûye doza piştgiriyê kir.
Bo serxwebûna aboriyê biryara dîrokî
Bi biryara ku di civîna ku Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û berpirsiyarên hikûmetê bi rayedarên partiyên siyasî re pêk anîn hate stendin, di derbarê serxwebûnê de gaveke mezin hate avêtin.
Di civîna ku bi serokatiya Serokwezîr Neçîrvan Barzanî li gel nûnerên hemû partiyên siyasî yên wek PDK, YNK, Yekgirtû, Komel û Tevgera Goran pêk hat de biryar hate dayîn ku Herêma Kurdistanê nefta xwe bi serê xwe bifiroşe. Ev biryara ku nêzîkahiya neyînî ya hikûmeta Bexdayê jê re wek hincet hate nîşandan, wek berteka herî tûj a li dij Bexdayê tê dîtin. Lewre Herêma Kurdistanê ji ber peymana ku bi rêveberiya Bexdayê re mor kiribû, rojane 600 hezar varîl nefta herêmê di bin çavdêriya SOMO’yê, ji Bexda û bi ser Tirkiye’yê ve jî ji bazara cîhanê re dişand, lê belê Bexdayê li gel ve yekê jî Bexdayê bi israr, ji sedî 17 para budceyê ya herêmê ji hikûmeta Kurdistanê re nedişand. Di civînê de nûnerên partiyên siyasî, xwestin ku beriya biryarên hatine stendin bi cih bên, cara dawî şensek bidine Bexdayê.
Di civînê de Serokwezîr Barzanî ragihand ku gellek şirketên biyanî amadene ku bi ser bûhayê rojane, nefta Kurdistanê bikirin, hin şirketan di vî warî de pêşniyazên grîng kirine û got: “Li hember frotina rasterast a nefta me tu astengî tune ye”
Weke tê zanîn Serokwezîr Barzanî di 13’ê Gulanê de, li Hewlêrê, di civîna ku li gel parlamentên lîsta kurd a parlamena Iraqê de gotibû: “Ger ku Bexda şertên peymanê bi cih neyîne, em ê xwe ji peymanê vekêşînin û ger ku Bexda para budceyê ya Hewlêrê neşîne, wek Herêma Kurdistanê, em ê biryarên xwe bi serê xwe bidin”
Hewlêr û Bexda di 2’ê Kanûna 2014’an de li ser frotina nefta Kerkûkê û şandina para budceyê ya Herêma Kurdistanê li hev kiribûn û peymanek îmze kiribûn. Li gor vê peymanê wê RHK’ê rojane 550 hezar varîl neftê bi ser SOMO’yê ve henarde bikira û li beramber vê, wê Bexdayê jî ji sedî 17 para budce û mûçeyên karmendên RHK’ê bişanda Hewlêrê.
Biryarên di civînê de hatin stendin ev in:
1 – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalogê esas digire û ev rêbaz ji bo Hewlê û Bexdayê rêbaza herî sûdwer e. RHK, şertên biryara xala 2. a budceya 2015’an bi cih anî ye, lê belê Bexda şertên vê xalê bi cih nehanî ye.
2 – Ger ku Bexda li gor yasaya budceyê tevnegere, wê RHK, li gor 5 biryarên ku Parlamenta Kurdistan di 2013’an de pesend kiribû tevbigere û wê van biryaran ji bo berjewendiyên gelê kurd bikar bîne.
3 – Hemû partiyên siyasî yên RHK’ê, piştgirî didine hemû biryarên Hikûmeta RHK’ê yên di derbarê şerê DAIŞ’ê û koçkirina bi milyonan penaberan de.
4 – Li gel hemû biryarên ku ji bo çareseriya qeyranê hatine stendin jî, Hikûmeta RHK’ê wê hewl bide ku pirsgirêkên bi Bexdayê re bi diyalogê çareser bike. Hikûmeta me tu carî siyaseteke ku têkiliyên xwe bi Bexdayê re bibire nemeşandiye. Di her demê de Iraq, di warê siyasî, civakî, aborî û erdnîgarî de ji bo RHK’ê esas bûye.
Dahata neftê mehane 1 milyon dînar e
Ji alî din ve Cîgirê Serokê Lijneya Enerjî û Veberhênanên Sirûştî ya Parlamena Kurdistanê Dilşad Şeîban hişyar kir ku RHK’ê baweriya xwe bi pereyê ku wê Bexda bi bergîdana neftê bişîne Hewlêrê neyîne û got: “Ger ku Herêma Kurdistanê bi serê xwe nefta xwe bifroşe, wê mehane 1 milyon dînar qezenc bike. Ji bo aboriyeke serbixwe, êdî divê aliyên siyasî biryarekê bidin. Hemû dinya dizane ku em di vê mijarê de mafdar in. Ger ku ev biryara me şaş bûya, di kêliya qeyrana di navbera me û Bexdayê de, wê hemû şirketên neftê ji Kurdistanê biçûne û wê bi Hikûmeta RHK’ê re peymanan inze nekirina.”
Şeîban da zanîn ku Herêma Kurdistanê niha dikare rojane 650 hezar varîl neft hilberîne û got: “Di dawiya salê de ev rêje dikare bigihîje 1 milyon varîlan jî. Ev dane ji bo aboriyeke serbixwe asteke pir baş e. Divê RHK’ê di meha Nîsanê de serxwebûna xwe ya aborî ragihandibûya. Ne DYA û ne jî Ewropa, bawer nakin ku Bexda budceya Kurdistanê bişîne”
Heta astekê kurdan xwe rewa kirine
Pisporê Hiqûqa Navneteweyî û Parlementê PDK’ê Dr. Fersed Sofî di derbarê geşedanên herêmî û navneteweyî yên derbarê serxwebûnê de ji Basnûçeyê re axivî û got: “Piştî rûdana karesata DAIŞ’ê, Kurdistan di qada navneteweyî de heta astekê rewa bûye û ji bo bilindbûna vê astê gellek xebat têne kirin û ji bo vê jî em dixwazin bi qasî Amerîkayê bi Îran, Tirkiye û welatên din ên cînar re jî têkiliyên xwe geş bikin. Sofî da zanîn ku ji bo serxwebûnê, hevsengiya siyasî ya navneteweyî hin guncavtir bûye û di nav van hevsegiyan de divê hem li Başûr hem jî li parçeyên din bizavên siyasî derbareyê serxwebûnê de helwesteke zelal nîşan bidin. Sofî wiha dom kir: “Birêz Mesûd Barzanî piştî serdanên dawîn bo Emerîka û dewletên Ewropayê anî zimên ku biryargirtina di nava kurdan de tiştekî bvênevê ye. Teqez e ku ev helwest ji bo hemû kurdan re baş e. Jixwe peyama ku ji Emerîkayê girtibû bi vî awayî bû. Ji ber vê yekê divê hemû kurd peyama Barzanî’yî rast bixwîne. Ev berpirsiyareke dîrokî ye. Her wiha Sofî da zanîn ku nêzîkahiya erênî a Îsraîlê pir girîng û bibandor e. Her wiha biryara firotina neftê ya beyî Bxda’yê ku Hikûmeta Kurdistanê dabû biryareke bivênevê bû. Lewre ji ber ku Bexda’yê terazûn nedişand qeyraneke mezin a aborî dihat jiyîn û ev qeyran hikûmeta herêmê mecbûrî girtina biryareek bi vî rengî hişt. Ji bilî van, Dr. Fersed Sofî ragihand ku lijneyek ji bo amadehiya serwebûnê bimeşînin hatiye lidarxistin û heke pirsgirêkên bi Bexda’yê re neyên çareserkirin ji vê rêya ku ber bi serxwebûnê ve diçe dê neyên derketin.
Serdana Barzanî ya welatên Ereb
Serokê Herêma Kurdistanê Musûd Barzanî ku haftiya çûyî serdana Kuweyt û Mîrnişîniyên Yekgirtî ên Ereban kiribû, di Kuweyt’ê ku serdana ewil bû de ji aliyê Şêx Sabah Ahmed Cabîr El Sabah’î ve li Koşka Elseyf’ê hat hewandin. Piştî rêûrêsma pêşwazîkirinê civîneke ku Mesûd Barzanî serokatiya wê kir û lijneya Kuweytê û lijneya Kurdistanê ku Mesrûr Barzaniyê Musteşarê Ajansa Ewlehiyê, Fuad Huseynê Serokê Dîwana Srokatiyê, Elî Siniyê Wezîrê Pêşnûmasaziyê û Selaheddîn Babekirê Wezîrê Enerjiyê bêşdar bûbûn hat lidarxistin. Di civînê de ji bo ku pirsgirêkên aborî, penaberî û şerî li Iraq û Kurdistanê bêne çareserkirin divêtiya hevkariyê, xebatên ji bo pêkhatina rêwingiyên rasterast ên balafiran ên di navbera Hewlêr û Kuweytê hat gotûbêjkirin. Piştî civînê Barzanî û lijneya li ba wî çûn serdana Serokê Lijneya Wezîran ên Kuweytê Cabir el Mubarek el Sabah û Serbalyoziyê Bexdayê ê li Kuweytê jî. Piştre Barzanî derbasî Abûdabî’ya peytaxta Mîrnişîniyên Yekgirtî ên Ereban bû.
Barzanî û lijneya li ba wî ku ji hêla Qralê Mîrnişîniyên Yekgirtî ên Ereban Muhammed Bin Zayît ve hatibûn pêşwazîkirin, li vê derê jî hin têkilî danîn. Di civîna ku bi Zeyîtê Qral û berpirsiyarên Mîrnişîniyên Yekgirtî ên Ereban re hat lidarxistin de li ser xetereya DAIŞ’ê ku li Kurdistan û herêmê pêk tê û qeyrana aborî û penaberî yên ku ji ber şerî derketin holê nîqaş hat kirin. Piştî serdanên Mîrnişîniyên Yekgirtî ên Ereban Barzanî û lijneya li ba wî vegeriyan Hewlêrê.
Generalê îngilîz soza alîkariyê da Mesrûr Barzanî
Nûnerê Ewlehiya Taybet ê Serokwezîrê Îngilîstanê General Tom Beckett û lijneya ku ji pisporên leşkerî yên artêşa Îngilîstanê pêk tê, li Hewlêrê, bi Rawêjkarê Giştî yê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinekê pêk anî. Di hevditinê de General Beckett, anî ziman ku her çiqas di bin gefa terorê de be jî, Herêma Kurdistanê ewletirîn erdnîgariya rojhilata navîn e û ji ber ku vê ewlehiyê pêkan kirine Pêşmerge û asayîşa herêmê pîroz kir. Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê, di hevdîtina ku rewşa ewlehiyê hatiye gotûbêjkirin de, her dû alî di derbarê li dij DAIŞ’ê bihêzkirin û piştgirîdayîna operasyonelî ya Pêşmerge de heman daxwaziyê kirine. Di hevdîtinê de General Bom Beckett gotiye: “Pêşmerge, bi tekoşîna xwe ya bêhempa ya li dij terorê şayanî pesindayînê ye. Şerê ku Pêşmerge dimeşîne ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo hemû mirovahiyê şerekî pîroz e û Pêşmerge bi vê tekoşîna xwe her cûre alîkariyan heq dike. Beckett, di dawiya axaftina xwe de soza berdewamiya alîkariyê ya Îngilîstanê da.
Barzanî ji bo Grê Spî YPG’ê pîroz kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi peyameke fermî, bi ser navê Serokê RHK’ê Mesûd Barzanî, bi mebesta ji dest DAIŞ’ê rizgarkirina Girê Spî, hêzên kurd û hemû komên ku beşdarê vê serkeftinê bûne pîroz kir. Di peyamê di malpera fermî ya Serokatiya Herêmê de hate weşandin de hate gotin ku rizgarkirina Grê Spî ya ji dest DAIŞ’ê ji bo gelê kurd û hemû cîhana azadîxwaz bûye wek mizgîniyeke xêrê ew bi vê serkeftinê pir kêfxweş bûne. Di peyamê de ev tişt hatine gotin: “Ev serkeftin ji bo terorîstên DAIŞ’ê û dijminên mirovahiyê bûye wek derbeke mezin. Bi vê mebestê em spasiyên xwe pêşkêşî hemû hêz û komên ku beşdarê vê operasyona rizgarkirina Grê Spî bûne û hêzên hevpeyman ên ku di vê operasyonê de erkeke grîng pêk anîne dikin” Di peyamê de serkeftin, li gelê Rojava tê pîrozkirin û tê hêvîkirin ku hemû herêmên ku hê jî di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ne bi serkeftinên wiha bêne rizgarkirin.
Destûra Kurdistanê tê nivîsandin
Li Başûrê Kurdistanê li gel ku li ser gellek xalên destûrê lihevkirin heye û ew xal têne pesendkirin jî, li ser hin xalan nîqaş gurrtir dibin. Li ser statuya Kerkûkê, ala Kurdistanê xelatên fermî yên RHK’ê û desetnîşankirina paytextê û gellek babetên din lihevkirin pêk hatiye û gellek xal hatine pesendkirin. Ji alî din ve niqaşên li ser hilbijartina serokê herêmê û şêweya pergala rêvebirinê rikbertir dibin. Li alîkî YNK û Tevgera Goran dixwazin pergala parlameniyê bê pesendkirin û serokê herêmê ji alî parlamenê ve bê hilbijartin, ji alî din ve jî PDK, li gel ku weke wan pergala parlameniyê bipejirîne jî, dixwaze serokê herêmê ji alî gel ve bê hilbijartin.
Li gel van nîqaşên partiyan, xalên destûrê jî hêdî hêdî bi rêz dibin.destûrHate ragihandin ku Lijneya Amadekar a Destûrê li ser sê xalên din jî biryar stendiye. Endamê Lijneya Amadekar a Destûrê Ebûbekir Heledînî ragihand ku wan li ser xalên din ên destûra nû biryareke hevbeş stendiye û ew ê di civînên rojên pêş de derbasî xalên din bibin. Heledînî diyar kir ku yek ji van xalên ku nû hatiye pesendkirin xala di derbarê parêzgeha Kerkûkê û navçeyên bi nakok e, ji ber taybetiyên cihê yên van herêman, wan van navçe û parêzgeha Kerkûkê li gor taybetiyên wan nirxandiye û got: “Di vê çarçoveyê de wê ev herêm li gorî taybetiyên xwe bêne birêvebirin û wê budceyeke taybet a Kerkûkê hebe” Ebûbekir Heledînî ragihand ku xala duyem a ku hatiye pesendkirin jî li ser paytextê Herêma Kurdistanê ye. Heledînî da zanîn ku li gor vê xalê, her çiqas paytext niha Hewlêr be jî, parlamena Kurdistan bi dengekî ji 3’yan 2 ya endamên parlamenê dikare paytextê biguherîne. Heledînî her wiha da zanîn ku xala sêyem jî xala destnîşankirina ala Kurdistanê û dana xelatî ya nîşaneya Herêma Kurdistanê ya madalyonan e. Li gor vê xalê ala Kurdistan a ku niha wek fermî tê bikaranîn û al nehatiye guhertin.
Di derbarê niqaşên li ser xalên destûrê de Pisporê Hiqûqa Navneteweyî û Parlamentê PDK’ê Dr. Fersed Sofî ku di heman demê de Endamê Lijneya Amadekar a Destûrê ye, ragihand ku ji aliyekî Tevgera Goran dixwaze rayeya serokê herêmê bê kêmkirin û serokê herêmê ji alî parlamenê ve bê hilbijartin, ji alî din ve partiyên îslamî dixwazin ku destûr îslamê esas bigire. Sofî got: “Li hember van daxwaziyan PDK dixwaze rayeya serokê herêmê neyê kêmkirin û serok ji alî gel ve bê hilbijartin. Li hember daxwazên partiyên îslamî hemû partiyên din ên mezin radiwestin û dixwazin esasê destûra nû li ser demokrasiyê be.
Sînorê Kurdistan frehtir bû
Weke tê zanîn Lijneya Amadekar, heta çend roj berê li ser 12 xalên destûrê li hev kiribû û van xalan pesend kiribû. Bi van sê xalên din yên ku vê hefteyê hatin pesendkirin re hejmara xalên qediyayî gihîşte 185’an. Di wan xalên ku beriya ve hefteyê hatibûn pesendkirin de li gel çend babetên grîng, sînorê Kurdistanê hatibû destnîşankirin û herêmên bi nakok jî di çarçoveya sînorê Herêma Kurdistanê yê nû de hatibûn bicihkirin.
Hilbijartina serokatiyê hate taloqkirin
Serokê Lijneya Bala ya Hilbijartinê yê Herêma Kurdistanê Handren Mihemmed, ragihand ku hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê ku biryar bû di 20’ê Tebaxê de bê kirin, ji bo dîrokeke ne diyar hatiye taloqkirin. Mihemmed diyar kir ku biryara taloqkirina hilbijartinê, ji ber budce û demê hatiye stendin. Mihemmed da zanîn ku sedemeke din ya taloqkirina hilbijartinê tune ye û ev biryar ji ber pirsgirêkên teknîkî û aborî hatiye stendin. Handren Mihemmed got: “Ger ku budce bê dabînkirin û mercên teknîkî goncav bibin, bi fermana Serokê Herêmê, wê dîrokeke nû bê destnîşankirin û hilbijartin jî di wê dîrokê de bêne pêkanîn” Weke tê zanîn Serokatiya Hemêmê, dû hefte berê, bi fermanekê, ji Lijneya Bala ya Hilbijartinê ragihandibû ku wê hilbijartin di 20’ê Tebaxê de bêne kirin. Taloqkirina dîroka hilbijartinê, rê li ber nirxandineke wiha vekir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê li bendê ye ku piştî xebatên nivîsanina destûra nû bigihîjin encamekê, li gor wê encamê biryarek bistîne. Ji ber ku Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran dixwazin ku serokê herêmê ji alî parlamenê ve bê hilbijartin û li hember vê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) jî dixwaze serokê herêmê ji alî gel ve bê hilbijartin sedemeke tekez a biryara taloqkirina hilbijartinê nayê pêşnûmandin.
Senatoyê rasterast çekşandinê pesend nekir
Senatoya DYA’yê pêşnûmayasaya ku hikûmeta Obama ji bo bêyî kontrola Bexdayê ji Pêşmerge re rasterast çekan bişîne pesend nekir. Di hilbijartina ku roja sêşemê li Senatoya DYA’yê hate kirin de pêşnûmayasaya ku ji bo ji Pêşmerge û hêzên sunne yên li Iraqê re rasterast çek bêne şandin, li gel 45 dengên erênî, bi 54 dengên neyênî hate redkirin. Kongreya DYA’yê di 30’ê Nîsanê de biryar dabû ku ew ê ji bo Iraqê alîkariya çekan a ku bûhayê wê 715 milyon dolar e bike. Li gor vê biryarê wê ji sedî 25’ê 715 milyon dolarî, rasterast ji hêzên Pêşmerge û sunne û bi şerta ji sedî 75’ê para mayî ji bo xurtkirina yekîtiya Iraqê dabîn bike, ji hikûmeta Bexdayê re bişanda. Weke tê zanîn, ji bo biryarên kongreyê bêne mîsogerkirin pêwîstî bi pesendkirina Senatoyê heye. Bêguman ev redkirin ji alî Bexdayê ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Lewre hemû rayedarên RHK’ê radigihandin ku çekên alîkariyê yên ku piştî kontrolkirina Bexdayê ji Pêşmerge re têne şandin çekên bêkêr in, çimkû Bexda hemû çekên giran ên bi kêrhatî ji xwe re vediqetîne û yên bêkêr ji Pêşmerge re dişîne.
Êrişên hewayî pişta DAIŞ’ê dişikênin
Bomberaranên hêzên hevpeyman ên li dij DAIŞ’ê dom dikin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Zêrevanî yên Pêşmerge ragihand ku li ser agahiyên sîxurî yên ku Pêşmerge bi lezdemkî dişînin, frokeyên hêzên hevpeyman li bakurê Mûsilê li Keskê û Askiyê, li eniya rojhilatê Çemê Dîjleyê jî li dû gundan, li dij baregeh û eniyên DAIŞ’ê êrîşên mezin pêk anîne û di encama van êrîşan de hemû enî û baregeh hatine rûxandin û gellek endamên DAIŞ’ê hatine kuştin. Navendê ragihand ku eniyên derdora Mûsîlê her roj têne bombebarankirin. Ji alî din ve jêderên herêmê ragihandin ku li gundê Zarexatûn ê li nêzîkî eniya Xazir a rojhilatê Mûsilê jî frokeyên hêzên hevpeyman li dij 3 maşînên ku ji bo êrîşên bombeyî hatine amadekirin, êrîşan pêk anîne û di encama van êrîşan de her sê maşînên bombebarkirî hatine teqandin. Hate ragihandin ku di demên cuda de di êrîşên hemaheng ên frokeyên hevpeyman û hêzên Pêşmerge de, li rojhilatê Çemê Dîjleyê, di êrîşekê de 3, di êrîşeke din de 4 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.
basnews
