• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiyê bi fermî ‘hêrs û tirsa’ xwe li ser rizgarkirina Girê Spî nîşan da

Tirkiyê bi fermî ‘hêrs û tirsa’ xwe li ser rizgarkirina Girê Spî nîşan da
Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser standina Girê Spî ji aliyê PYD-YPGê ve ragihand, nabe PYD “hêlên sor” ên Tirkiyê yên derheqê Sûriyê de derbas bike.

Wezareta Derve ya Tirkiyê nerazîbûn û fikarên xwe li ser rizgarkirina bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê hêzên YPG û Volkana Feratê ve bi raporekê eşkere kir.

Li gorî rojnameya Hurriyetê, di wê raporê de ku ji aliyê Serokomar, Serokwezîr û Fermandehiya Artêşa Tirkiyê ve jî hatiye pesendkirin, hatiye gotin ku Tirkiye rêxistina DAIŞê wek rêxistinek terorîstî dibîne û dê li ser şerê DAIŞê rijd be.

Di raporê de her wiha hatiye gotin ku şerê PYDê li dijî DAIŞê, sempatiya cîhanê bidest aniye, Tirkiye jî ji şikandina DAIŞê memnûn e ji ber wê jî bertek nîşanî piştgiriya hevpeymanan bo PYDê neda.

Di beşeke din a raporê de jî hatiye gotin ku girtina sînorê navbera Kaniya Xezalan (Bakur) û Girê Spî ji aliyê PYDê ve nayê qebûlkirin.

Her wiha hatiye diyarkirin ku heta niha jî bi guman li rijdbûn û semîmiyeta Tirkiyê di şerê DAIŞê de tê nihêrîn ji ber wê jî divê ev têgihîştina ku çavkaniyên mirovî û lojîstîkî yên DAIŞê bi ser Tirkiyê re derbas dibin, ji holê bê rakirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê her wiha eşkere kiriye ku merc û hêlên sor ên Tirkiyê ji PYDê re hatine gortin. Merc û hêlên sor ên Tirkiyê wiha hatine rêzkirin:

“Nabe bi rêjîma Esed re hevkariyê bike, nabe li dijî yekparçebûna Sûriyê tevbigere, paşeroja Sûriyê dê ji aliyê hemû gelên Sûriyê ve were kifşkirin ji ber wê jî nabe PYD li derveyî vê yekê bimîne”.

Li gorî Wezareta Derve ya Tirkiyê, Amerîka pişta hemû nêrîn û helwestên Tirkiyê li Sûriye û “Bakurê Sûriyê” (Rojavayê Kurdistanê) digire.

Rudaw
Top