DAIŞ xaniyên welatiyan zeft dike û dide çekdarên xwe
Berpirsê PDKê yê Mûsilê, Îsmet Receb ji Rûdawê re got, DAIŞê fermanek nû derxistiye ku li gorî wê fermanê, li Mûsilê malbatên ku xaniyên wan ên zêde hene divê bidin DAIŞê.
Îsmet Receb da zanîn, DAIŞ jî wan xaniyan dide çekdarên xwe yên biyanî û hêceta wê yekê tîne ku ew, xilafetê diparêzin ji ber wê jî divê xaniyên wan hebe!
Li gorî agahiyên Rûdawê, welatiyên Mûsilê ji vê fermana DAIŞê pir aciz bûne lê ji tirsa newêrin dengê xwe bikin çimkî eger guh nedin fermana DAIŞê dê bên kuştin.
Rudaw
