• Wednesday, 18 February 2026
logo

Europa “tîmeke pisporan” li dijî DAIŞê pêktîne

Europa “tîmeke pisporan” li dijî DAIŞê pêktîne
Polîsên Europayê mijûlên avakirina tîmeke psiporan e ji bo “şopandin û ragirtina” rûpel û malperên rêxistina DAIŞê li ser torên civakî.



Li gor lêkolînên nû, herî kêm 46 hezar rûpelên ser bi rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) ve di Twitterê de hene.



Ajansa Polîsên Europayê (Europol) dê ligel çend kompaniyayên torên civakî, ji bo şopandin û ragirtina rûpelên ser bi DAIŞê ve rêbikevin, lê navê wan kompaniyayan aşkere nekirin.



Torên civakî û malperên internêtê, du ji amarzên herî xurt ên DAIŞê ne, bo kişandina bala xortên Europa û Amerîka û welatên din û anîna wan bo nav rêzên xwe.



Europolê amaje kiriye jî ku, tê pêşbînkirin ku heta niha “5 hezar” kes ji Brîtanya, Fransa, Belcîka, Holanda û çend welatên din ên Yekîtiya Europa tevlî DAIŞê bûbin.



Basnews
Top