• Wednesday, 18 February 2026
logo

“PYD dixwaze partiyên din ên Rojava tine bike”

“PYD dixwaze partiyên din ên Rojava tine bike”
Rayedarekî Partiya Demokrat û Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) ragihand, PYD li Rojavayê Kurdistanê jibilî xwe ti partî û hêzeke din qebûl nake.

Duh li bajarê Stenbolê, Partiya Pêşverû 58emîn salvegera xwe pîroz kir.

Endamê Komîteya Merkezî ya Partiyê, Salih Derwîş di merasimê de axaftinek kir û got, dema partiya me hat avakirin ti partiyeke din nehatibû avakirin ji ber wê jî me gellek zorî û zehmetî dît.

Salih Derwîş her wiha diyar kir ku ew her gav alîgirê xebata siyasî bûne û wiha axivî: “Hinek hevalên me di nav refên YPGê de li dijî zaliman şer kirin û şehîd bûn lê partiya me her dem alîgirê xebata siyasî bû. Me ti carî xwe ji fedakariyê nedaye aliyekî.”

Rayedarê Partiya Pêşverû li Stenbolê, Ehmed Qasim jî ku beşdarî merasimê bibû, ji Rûdawê re got ku PYD li Rojavayê Kurdistanê jibilî xwe ti partî û aliyekî din qebûl nake.

Ehmed Qasim diyar kir ku PYD hewl dide partiyên din ên Rojava tine bike û wiha axivî: “PYD bi awayekî taktîkî bi partiyên din re dide û distîne ji ber ku ew tenê li gorî ferman û stratejiya ku PKKê ji wan re kifş kiriye, dimeşin.”

Wî siyasetmedarê kurd her wiha anî ziman ku wisa xuya dike rêveberiya Rojava dê di destê PYDê de be û partiyên din jî dê nebin şirîkên vê yekê.

Partiya Pêşvrû, sala 1957ê hatiye avakirin. Mezinên kurd ên mîna Osman Sebrî, Nûredîn Zaza û Hemîd Derwîş pêşengtiya wê partiyê kirine. Sekreterê giştî yê partiyê Hemîd Derwîş e.

Rudaw
Top