• Wednesday, 18 February 2026
logo

Taliban ber bi Kabulê pêşde diçe

Taliban ber bi Kabulê pêşde diçe
Tevgera Taliban piştî şer û pevçûneke dijwar bi hêzên artêşa Afxansitanê re karî navçeya stratejîk a Çardara li herêma Qunduz a li bakurê wî welatî kontrol bike.

Îro çavkaniyekî herêmî li Afxanistanê ragihand: “Piştî şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên Tevgera Taliban û hêzên hikûmeta wî welatî de, navçeya Çardara li herêma Qunduz a li bakurî wî welatî ket destê çekdarên Talibanê.”

Li gor wî çavkaniyê, di şer û pevçûnên îro de, 12 serbazên artêşa Afxanistanê hatin kuştin û 17 serbazên din jî birîndar bûn.

Wî çavkaniyê herwiha da zanîn: “Hikûmeta Afxanistanê bi armanca derxistina navçeyê ji bin destê çekdarên Talibanê û dubare kontrolkirina navçeyê, êrişî çekdarên Talibanê li navçeya Çardarayê kir.”

Navçeya Çardara yek ji navçeyên girîng û herî stratejîk ên Afxanistanê ye. Çardara tenê bi qasî çend kilometran ji paytext Kabulê, balafirxane û rêya sereke ya ber bi Kabulê ve dûr e.

Li aliyekê din, çavkaniyekî ser bi hikûmeta Afxanistanê ragihand, hêzên artêşa wî welatî karîne navçeya Yomcanî ya li bakurê herêma Bedexşan ji bin destê çekdarên tevgera Talibanê derxînin.

Rudaw
Top