Banka Navdewletî bi bêhtir ji milyarekî weberhênanê li Kurdistanê dike
Li gorî daxuyanyek wezareta kehreba , duh 21 Hizêranê wezîrê kehreba yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê D.“Selahedîn Babekir” pêşwaziya birêveberê pirograma Banka Navdewletî li Îraqê “Zeyd Bedir“ kir û di li gel wî civîn pêkanî, di civîn de Zeyd Bedir ragihand ku, li her du pirojeyê (Wêstgeha berhemînan kehreba li Zaxo û pirojeya weştgeha xazê li Silêmaniyê) di rêya kompaniya Saykil bi qasa 1 milyar û 150 milyon dolar wê bên avakirin û eşkere jî kir ku 600 milyon dolar bo pirojeya Zaxo hatiye Texan kirin û ji bo berhemînan kehreba di rêya westgeha xaza Silêmaniyê 550 milyon ji aliyê Banka Navdewletî hatiye terxan kirin.
Li beramber jî wezîrê Kehreba Hikûmeta Herêam Kurdistanê amadebûna xwe bi hesankirin û pêşkêşkirina pêdawîstiyên van her du pirojeyan ji Benka Navdeletî re anî ziman.
Banka Navdewletî rêxistinek cîhaniye û karê wê alîkarî û dana qerzane bo welatan, berî niha wezareta kehreba Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rêya pişka Herêam Kurdistan di qerzan de bi qasî 40 milyon dolar her du pirojeyên Haydiropawerê Dokan û Derbendîxan nûjen kir û nihajî ew bank dixwaze carek din di ware kehreba de li Herêma Kurdistanê weberhênan bike.
Basnews
