• Wednesday, 18 February 2026
logo

Beljîka dixwaze konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke

Beljîka dixwaze konsulxaneya xwe li Hewlêrê veke
Hat zanîn ku Beljîka dixwaze konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê veke.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh li Brukselê serdana Wezareta Derve ya Beljîkayê kiribû û bi rayedarên wezaretê re hevdîtin pêk anîbû.

Li ser naveroka hevdîtinê, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê, Dilawer Ajgeyî ji Rûdawê re got, me bi rayedarên Wezareta Derve ya Beljîkayê re hevdîtin kir û em li ser serdana vê dawiyê ya Wezîrê Derve Dîdîer Raynders ya Başûrê Kurdistanê û sozên ku wî dabûn Kurdistanê, axivîn.

Dilawer Ajgeyî diyar kir ku di civînê de ji rayedarên Beljîkî xwestine, komek pêşmergeyên ku di şerê DAIŞê de birîndar bûne, derman bikin yan jî tîmeke nojdariyê bişînin Kurdistanê û da zanîn, wan jî ragihandin ku dê bersiva vê daxwaza şanda Kurdistanî bidin.

Li gorî agahiyên wî dîplomatê Kurdistanê, rayedarên Wezareta Derve ya Beljîkayê gotine, dema Beljîka balyozxaneya xwe li Bexdayê vekir dê konsulxaneya xwe jî li Hewlêrê veke.

Rudaw
Top