Erdogan derbarê hilbijartina pêşwext de hişyarî da
Recep Tayyip Erdogan li Stenbol beşdarî civîna asayî ya 22yemîn a Meclîsa Hinerdekarên Tirkiyeyê (TIM) bû û axaftinek pêşkeş kir. Erdogan got ku heger hikûmet neyê avakirin dê rewşeke wiha çêbibe gunehê wê zêde be.
Erdogan anî ziman heger siyasetmedar pirsgirêkan çareser nekin dê gel çareser bike û wiha domand: “Ez bawer dikim ku gelê me tehemula wext borandinê nake. Ji ber vê yekî jî ez hêvî dikim ku hikûmeta hevpeymanî zû bê avakirin. Heger egoyên xwe bidin pêş pêvajo dê dirêj bibe.”
Serokomarê Tirkiyeyê amaje kir ku mafê ti kesî nîne ji encama derketî holê sîstemê bixetimîne û wiha got: “Divê em serdema piştî hilbijartina zû derbas bikin û berê Tirkiyeyê bidin paşerojê.”
Erdogan hişyariya hilbijartina pêşwext da û got rewşeke ewlehî dê bikaribe li welêt çêbibe û wiha domand: "Li Tirkiyeyê bi zimanekî hevpar, armancên hevpar û aqilekî hevpar ve koalîsyonek dikare bê avakirin û li welat car din aram û ewlehî dikare çêbibe."
Rudaw
