• Wednesday, 18 February 2026
logo

Petraeus: Xetera Milîsên şîe ji ya DAIŞê zêdetir e

Petraeus: Xetera Milîsên şîe ji ya DAIŞê zêdetir e
Fermandarê berê yê Artêşa Amerîkayê li Iraqê Genral David Petraeus ragihand ku, metirsiya milîsên Şîe li ser yekperçeyiya axa Iraqê ji metirsiya DAIŞê zêdetir e.

Fermandeyê berê yê Hêzên Amerîkayê li Iraqê, David Petraeus ku pêştir Serokê Dezgeha Îstîxbarat a Amerîkayê (CIA) bû, di hevpeyvîneke ligel rojnameya Şerq el Ewset de got: “Serkirdeyên Sunî piştî bûyerên dawiya sala 2011an û sala 2012an ji xwe mikur hatin, dema ku çend kesatiyên diyar ên Sunnî yên wek Cîgirê Serokomar Tariq Haşimî, Wezîrê Darayî û Cîgirê berê yê Serokwezîr, Rafi Îsawî bi tohmetên mezin hatin tohmetbarkirin.

General David Petraeus herwiha tohmetbarkirina çend serkirdeyên sunî ji aliyê Malikî ve bi bê bingeh binav dike û dibêje: “Me berê xwe da hemû belgeyan û me tiştek nedît ku Dr. Rafi Îsawî pê were tohmetbarkirin. Derbarê ewên din de jî nikarim behsa hûrgiliyên ewlekariyê bikim û ew hûrgilî gellek in. Renge wî û kesên din di wê dema nearam de kiryarên ewlehî encam dabin, berî ku em di pirsa Sehwe de pêşketinê bi dest bînin.”

Fermandeyê berê yê hêzên amerîka li Iraqê herwiha amaje dike, sedema şikestina hêzên Iraqê li hember rêxistina DAIŞê revîna fermandeyan berî serbazên artêşê ye, çimkî serbazên Iraqê amade ne şer bikin û amade ne di ber welatê xwe de bimirin, lê belê gerek hest bikin ku fermandeyê wan bi wan re ye û di çend rewşên diyarkirî de, dê alîkarî bigihîje dest wan û ji esman ve ew bên parastin. Wan pêwîstî bi wê heye ku hest bikin ku pişt wan parastî ye.

David Petraeus herwiha dibêje: “Eger tu bibînî fermandeyê te ji derî diçe derê û tu jî bê ti fermanekê bi awayekê berdewam şer dikî, ti rêyek jî nîne bo hawarhatinê û zêdetirî 3 salan be ku rahênan bi te jî nehatibe kirin, mixabin wê demê hemû tişt dirûxe û ew yek jî ne surprîz e.”

Petraeus herwiha behsa milîsên şîe yên li Iraqê jî dike û derbarê wan de dibêje: “Li gor min ji bo parastina yekîtiya Iraqê û yekparçeyiya axa Iraqê, her hêzek, çi milîsên şîe bin an Pasevanên Niştîmanî yên Sunnî yan jî artêşa Iraqê, gerek girêdayî hikûmeta Iraqê bin. Rast e ku milîsên şîe, Bexda parastin û gerek em wê bipejirînin, lê ew hêza ku piştî derxistina çekdarên DAIŞê navçeyekê diparêze, pêwîst e ji aliyê xelkê ve hêzek yasayî be û ez wiha hizir dikim ku milîsên şîe dizanin ku rûniştvanên Rumadî û Musilê pêşwaziyê li wan nakin.”

Fermandeyê berê yê Hêzên Amerîka li Iraqê tekez dike ku pêwîst e milîsên şîe di nava dewletê de bên rêxistinkirin. David Petraeus dibêje: “Tenê mafê hikûmeta Iraqê ye di nava sînorê xwe de hêzê bi kar bîne. Eger Em texmîn bikin erebên sunnî, çekdarên DAIŞê red kirin û razîbûn bi wê yekê ku Bexda dixwaze bi rastî civaka Iraqê bike yek, wê demê gerek xema me ew be ku renge milîsên şîe guh nedin wê daxwazê û desthilata fermî ya dewletê nas nekin.”

Petraeus da xuyakirin, welatên rojava ji bo şerê li dijî rêxistinên tundajo, serbazên xwe naşînin Iraq û Sûriyê û ew yek erkê ser milê wan bi xwe ye.


rudaw
Top