Li Amedê dê Zanîngeha Kurdistanê vebe
Weqfa Mezopotamya ku 3 sal in hewl dide li Amedê zanîngeha bi kurdî ava bike, bi navê "Zanîngeha Kurdistanê" serî li rayedarên dewletê dan.
Rêveberên weqfê dixwazin navê Kurdistanê bê pejirandin û dewlet li hemberî wan ti astengiyan dernexe. Ji bo avakirina Zanîngeha Kurdistanê ji bo destpêkê 50 milyon lîreyê tirk lazim e. Rêveberan biryar da ji hemû karsaz û giregirên kurdan alîkarî bixwazin û vî pereyî peyda bikin.
Rêveber û endamên Weqfa Mezopotamyayê ku 280 avakarên wê hene, ev 3 sal in hewl dide li Amedê zanîngehek ava bike. Ji bo avakirina zanîngehê endamên weqfê civîna xwe li Amedê pêk anîn û xwestin xebatên avakirina zanîngehê bêne lezginkirin.
