• Wednesday, 18 February 2026
logo

YNK û PDK lihev dicivin

YNK û PDK lihev dicivin
Parlementerekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar dike ku dê her du polîtbîroyên YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) lihev bicivin

Bêgerd Talebanî di daxuyaniyekê de îro, 21ê Hezîranê, ji BasNewsê re ragihand ku, YNK komîteyeke taybet bo “pirsa arîşeyên siyasî” li Herêma Kurdistanê pêkaniye û biryare ligel hemû aliyan bicive.

YNK hevdîtinên xwe yên ligel aliyên siyasî ji cem Tevgera Goranê destpêkiribû, dema ku îro şanda polîtbîroya wê serdana Rêxerê Gitşî yê Tevgera Goranê Newşîrwan Mistefa kirin.

Bêgerd Talebanî ku yek ji endamên komîteya YNK ye got jî “Dê sibe Duşemê ew komîte ligel polîtbîroya PDK bicive.”

Derbarê naveroka civînan de jî, Talebanî diyar kir ku “Civîn ji bo gotûbêjkirina pirsa Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û proje yasaya YNK a ji bo çareserkirina rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê ye.”

Navborî diyar kir ku, YNK dixwaze bi rêya danûsatndin û diyalogê ligel aliyên din ên Herêma Kurdistanê bigihe çareseriyekê ji arîşeyên ku heyîn re bibînin.

Basnews
Top