Salih Muslim: Hinek alî li Girê Spî şerê kurd û ereban dixwazin
Salih Musilm derbarê alîkariya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bo şervanên YPGê de got: “Welatên hevpeyman me bi hêza herî baş û cidî li ser erdê bo dijatîkirina DAIŞê dibînin, ji ber wê jî hevkariya me dikin û ji bo wê yekê jî em sipasiya wan dikin.”
Musilm herwiha ragihand, ew di hewla çêkirina ti korîdorekê de nînin û ewa tê gotin tenê ji bo alozkirina rewşê ye.
Roja pêncşemiya borî 18ê Hezîranê Serokê Partiya Nejadperst a Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçelî rexne li rayedarên Tikiryeyê girtibû û Serokomarê Tirkiyeyê û hikûmeta AK Partiyê li hember kontrolkirina Girê Spî ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve bi berpirsiyar zanîbû. Devlet Bahçelî gotibû: “Kurd li Sûriyê bi piştevaniya Amerîkayê dewletek kurdî li bakurê Sûriyê didamezrîne.”
Bahçelî derbarê gefên li ser asayişa neteweyiya Tikriyeyê de jî hişyarî da rayedarên wî welatî û got: “PYD-YPG bi piştevaniya Amerîkayê li nêzîkî sînorên me alên xwe hildidin. Amerîka li asmana bombebaranê dike û PYD û PKK jî li ser erdê pêşde diçin.”
Bahçelî di berdewamiya daxuyaniya xwe de tekez kiribû: “Derdora Tikiyeyê bi rêxistinên terorîstî tê girtin, rêya navbera Cizîre û Kobanî wa tê vekirin. Kantonên PKKê nêzîk e ku yek bigirin û bingeha Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê ) tê damezrandin.”
Di roja 15ê vê mehê de jî şervanên YPGê û hêzên ser bi Burkan el Firatê ve (hêzên YPGê û çend aliyên artêşa azad a Sûriyê tê de cih digrin), karîn bajarê Girê Spî û derdora wê bi temamî ji dest çekdarên DAIŞê derxînin û wî bajarê Rojavayê Kurdistanê bi temamî kontrol bikin.
Balafirên hevpemanan jî rolek bihêz û bibandor di rizgarkirina herêma Girê Spî û paşdeçûna DAIŞê de hebûn.
Girê Spî bajarekî Kurdistanî ye û li deşeta Reha – Sirûc û di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye. Girê Spî bi qasî 100 km ji bajarê Reqa ya Sûryê dûr e. Ew maweya du salan bû ku Girê Spî di destê DAIŞê de bû.
Piştî peymannameya Sykes-Picot, Girê Spî kevte di nav sînorê Sûriyê de û ji aliyê îdarî ve jî bi parêzgeha Reqayê ve hate girêdan. Pêştir navê wê deverê Kaniya Xezalan bû, ji ber ku kaniyekê avê li wir hebû. Niha ew kanî bi qasî 2 km li başûrê bajar e.
Hinek caran jî ji wê deverê re dihat gotin, Girê Bozan. Ji ber ku cihê nîştecîbûna eşîra Bozan bû, lê piştî proseya guhertina demografiya deverê û derxistina kurdan û anîna ereban, nave wê deverê ji bo Til Abyadê hat guhertin.
Rudaw
