• Wednesday, 18 February 2026
logo

Fermandarekî Pêşmerge şehîd bû

Fermandarekî Pêşmerge şehîd bû
Di encama teqîna bombeke vedayî de, fermandarekî Hêzên Pêşmerge bi pileya muqedem, şehîd bû.

Berdevdê Lîwaya 12 ya Wezareta Pêşmerge, Rêkewt Mihemed ragihand: “Îro saet 10:30, Berpirsê Odeya Tevgera Lîwaya 6 ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve Muqedem Bekir Xidir di encama teqîna bombeke vedayî de şehîd bû, herwiha efserekî Pêşmerge jî birîndar bû.”

Rêkewt Mihemed wiha got: “Teqîna wê bombeyê di demekê de hat, ku ew fermandar û çend efser û pêşmergeyên din li nêzîkî pira Zerge (35 km dûrî bajarokê Xurmatû) mijûlî pûçkirina bombeyan vedayî bûn.”

Muqedem Bekir Xidir li gundê Girtik yê ser bi nahyeya Sengeser ya parêzgeha Silêmaniyê û niha mala wî li nahyeya Haciyawe ya ser bi îdareya Raperîn e.

Top