• Wednesday, 18 February 2026
logo

KCK: Tirkiye çi dike bila bike her sê kantonên Rojava dê bibin yek

KCK: Tirkiye çi dike bila bike her sê kantonên Rojava dê bibin yek
Hevseroka KCKê Besê Hozat ragihand, Tirkiye çi dike bila bike her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê dê bibin yek.

Besê Hozat di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke girêdayî PKKê got, Tirkiye naxwaze li Rojavayê Kurdistanê gelê kurd bibe cîranê wê çimkî dixwest rêxistina DAIŞê bibe cîrana wê.

Hozat diyar kir ku, dema ku rêxistina DAIŞê pêkhateyên li Sûriyê di komkujiyan re derbas dikir, Tirkiyê dengê xwe dernexist, lê niha dema ku Girê Spî ji destê DAIŞê hatiye derxistin, dibêjin “PYD paqijya etnîkî dike”.

Hevseroka KCKê her wiha anî ziman ku, gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê dê roleke mezin di avakirina Sûriyeke federal de bilîze.

Besê Hozat da xuyakirin ku çawa AKPê di hilbijartinan de wenda kir, dê siyaseta wê ya li dijî kurdên Rojava jî roj bi roj bibe sedema wendakirina wê û wiha got: “Tirkiye çi dike bila bike her sê kantonên Rojavayê Kurdistanê dê bibin yek.”

Rayedarên Tirk ji rizgarkirina Girê Spî ji aliyê YPG û Volkana Feratê ve nerazî ne û vê yekê ji Tirkiyê re wek tehdîd dibînin.

Rudaw
Top