• Wednesday, 18 February 2026
logo

Êdî sînorê Bakur her roj ji Kobaniyan re vekirî ye

Êdî sînorê Bakur her roj ji Kobaniyan re vekirî ye
Tirkiyê derheqê deriyê sînorî yê navbera Kobanî û Bakur de biryarek nû da û ragihand, sînor ji yên ku dixwazin derbasî Bakur bibin, tenê du rojan vekirî ye.

Sîstema hatin-çûna di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de hae guhertin. Êdî her hefte 200 kes dikarin ji Kobanî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku hikûmeta Turkiyê biryar daye deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de di hefteyê de rojên Duşem û Pêncşemê vekirî be.

Li gor wê biryara hikûmeta Tirkiyê, her hefte di rojên Duşem û Pêncşemê de, 200 kes dikarin ji Kobanî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin lê ji bo kesên ku dixwazin ji Bakurê Kurdistanê vegerin Kobanî, sînor her roj vekirî ye.

Berî niha di hefteyê de 3 rojan derî ji xelkê Kobanî re vekirîbû, lê ji bo kesên dixwestin ji Kobanî derbasî Bakurê Kurdistanê bibin derî girtîbû û tenê li ber nexweş û şandên siyasî vekirî bû.

Rudaw
Top