• Wednesday, 18 February 2026
logo

PJAK: Îran pasdaran bi kincên pêşmergeyên Demokratê dişîne şerê me

PJAK: Îran pasdaran bi kincên pêşmergeyên Demokratê dişîne şerê me
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ku hêza çekdarî ya PJAKê (baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê) ye, ragihand, Îran tîmên taybet “bi kincên pêşmergeyên Demokratê” li dijî wan dide şerkirin.

YRKê di daxuyaniyekeke nivîskî de ku li ser malperên nêzîkî PKKê hatiye belavkirin, ragihandiye, Îran di berdewamiya siyaseta xwe ya çêkirina duberetiyê di nav kurdan de, “tîmên kirêgirtî yên bi kincên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê” li dijî PJAKê dide şerkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew tîmên taybet ên Îranê derbasî derverên mîna Merîwan, Bane, Serdeşt û Mehabadê yên ku di bin kontrola gerîlayên YRKê de ne, dibin û bi navê wan zorê li gelê dikin û pere ji wan distînin.

YRKê gefên tûj li wan tîman xwariye û diyar kiriye, ew li kîjan deverê wan tîman bibînin dê bi tundtirîn şêwe êrişî wan bikin.

Baskê leşkerî yê PJAKê her wiha daye zanîn ku pasdarên Îranê li devera Serdeştê, baregehên xwe yên kevn tijî hêz kirine û gellek çeperên nû jî çêkirine û bi vê yekê dixwazin Rojhilatê Kurdistanê militarize bikin lê YRK ti carî vê yekê qebûl nake û dê bi tundî li dijî wê derkeve.

Duh jî PJAKê gefên tûj li PDKÎ û PDKê xwaribû û ew bi wê yekê tohmetbar kiribû ku bûne aletê şerê tayetê Îranê li dijî PJAKê.

Rudaw
Top