Salih Mislim ligel Davutoglo û Demîrtaş dicive
Salih Mislim ji Qoserê bi otombîleke asayişa Tirkiyeyê bo firokexaneya Mêrdînê hatiye veguhestin, dema ku otombîle gehişte firokexaneyê û ji ber ku hejmarek rojnemavan li hola (VIP) çaverê dikirin, otombîlê bi rêyeke din Mislim dighîne ber deriyê firokeyê.
Biryare jî ku Salih Mislim tevlî civîneke Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglo û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş derbarê rewşa Girê Spî û gotinê ku dibêjin PYD li wê naçeyên kurd û ereb ji warên wan “derkirine” bibe.
Rojnamevankî ji Mêrdînê, ku nexwest navê wî aşkere bibe, ji BasNewsê re ragihand ku, li Mêrdînê Salih Mislim ligel berpirsekî ewlekarî civiya ye, piştire bi hev re çûne Enqereyê.
