Huda-Par: Şerê PKK û Hizbullahê zirarê dide hemû kurdan
Serokê Giştî yê Huda-Parê Zekeriya Yapicioglu li ser bûyerên vê dawiyên yên li Amedê û nakokiyên navbera HDP û Huda-Parê her wiha şerê PKK û Hizbullahê ji Rûdawê re axivî û bersiva pirsên Rûdawê da.
Beriya hilbijartinan û piştî hilbijartinan, li Amedê çi bû?
Gellek tiştên ku bandorê li ser encamên hilbijartinan bikin, çêbû. Du rojan beriya hilbijartinan, di mîtînga HDPê de teqîn çêbû. Beriya wê jî alîgirên HDPê du hevalên me şehîd kirin, yek li Îdilê yek jî li Cizîrê. Ev bûyer, provokasyon bûn û yekser ji aliyê HDPê ve hatin kirin. Kesek ji ber bûyerên Amedê hatiye girtin. Tê gotin endamê DAIŞê ye lê ji ber ku lêpirsîna li ser wê dosyayê veşartî ye, agahiyên wisa zelel li ser wî tohmetbarî tine. Ew tohmetbar, kesekî elewî ye.
Du rojan piştî hilbijartinan jî birayekî me yê hêja li Amedê hat kuştin. Her çiqas tê gotin ku PKKê ev kar nekiriye lê êdî em fêr bûne. Çimkî ev yekemîn êrişa PKKê nîne. Mixabin eger rewş bi vî awayî be ev dê nebe ya dawî jî. Her tişt, PKKê nîşan dide. Kamerayên ewlehiyê hene her wiha şahidên bûyerê hene.
Gelo PKK dê çima tiştekî wisa bike?
Çimkî PKK jibilî xwe ti kesî qebûl nake û her kesî ji xwe re neyar dibîne û dixwaze neyar û dijberên xwe ji holê rabike.
Eger carek din êriş çêbibe bersiva Huda-Par yan Hizbullahê dê çawa be?
Huda-Par tenê dikare bi siyasetê bersiva PKKê bide ji ber ku Huda-Par ne partiyeke çekdar e. Me di meydanan de jî got, kî zarokên vî miletî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî berde hev û xwîna wan bide rijandin, ew dijminê herî mezin ê vî gelî ye û xiyaneta herî mezin li vî gelî dike.
Gelo bersiva Hizbullahê dê çi be. Ya rastî, ez nikarim bersiva vê pirsê bidim çimkî ez muxateb nînim lê li gorî daxuyaniyên ku Hizbullahê daye, wisa xuya dike ku Hizbullah êdî ew êşa ku 15 salên borî kişandiye, êdî tehemul nake.
Huda-Parê gotibû, “Eger HDP banga çekdanînê li PKKê bike emê jî banga çekdanînê li Hizbullahê bikin. Têkiliyên Huda-Par û Hizbullahê çawan in?
Em ne berdewamiya Hizbullahê ne. Ma Hizbullah xilas nebûye ku li pey wê yek din were. Pêwendiyên me û Hizbullahê ne organîk in. Dibe ku rêya me wek partiyeke îslamî li ber Hizbullahê û aliyên din ên îslamî re derbas bibe. Em ne aligîrê tekfîrtî, mezhebçîtî û nijadgeriyê ne. Dibe ku nêrîna me û rêxistinên mîna Hizbullahê li hev bigire û nêzîkî hev be, eger em jî mîna me li bûyeran binêrin em dikarin bi wan re kar bikin. Têkiliyên me û Hizbullahê wiha ye.
Eger PKK dest ji çekan berde êdî pêwîst nake banga çekdanînê li Hizbullahê were kirin. Li kudera Kurdistanê aloziyek hebe sedema wê yekê PKK yan jî HDP ye. Eger ew êrişên xwe bidin sekinandin ti pirsgirêkek namîne.
Çima Aytaç (Serokê Komeleya Îhya-Der) Baran hat kuştin?
Em nizanin PKKê kî kiriye hedef û kî xistiye nav lîsteya kuştinê. Tê gotin ku lîsteyek li ba polîs heye ku navê 100 kesî tê de heye. Em nizanin ev lîste ji aliyê polîs ve hatiye amadekirin yan jî ji aliyê PKKê ve. Di şer de dema PKKê rayedarekî leşkerî yê Tirkiyê dikuşt, digot “ev ne karê me ye karê porovkatoran e”. Paşî jî derdiket holê ku birastî ew ne karê PKK bûye. Şehadeta Aytaç Baran jî wiha ye.
Dewlet û polîs li kudera vê bûyerê de ne?
Ez bawer nakim polîs ew tiştê ku di vê bûyerê de ketiye ser milê polîs, bicîh anîbe. Beriya ku Aytaç Baran were kuştin jê re gotibûn, PKK dixwaze te bikuje eger tiştek bû vê hejmara telefonê bigere. Hinek rayedarên polîs û dewletê ji bo ku xwe baş û serkeftî bidin nîşandan, dixwezin kurd bi nav hev kevin.
Dema ew aliyên ku ne bi dilê dewletê ne, li dijî hev derdikevin û şerê hev dikin, kêfa dewletê tê. Dema dewlet dibîne du aliyên neyar li hev didin, ew jî agir gurr dike û ji dûr ve lê dinêre. Berê jî dewletê wiha dikir, agir gurr dikir û lê dinihêrî.
Gelo şerê PKK û Hizbullahê şerê birakujiyê ye?
Yên ku kurdan berdidin hev û van êrişan dikin, misoger e ku Huda-Par û yên mîna wê ji xwe re bira nabînin. Yên ku dengê piraniya kurdan bidest tînin û benda hilbijartinan derbas dikin û diçin li Cîhangîrê (Stenbol) spasiya wan dike, tiştekî nîşan dide, ew jî ew e ku birayên wan çepkir, sosyalîst, LGBT (lezbiyen, gay, biyoseksuel, transseksuel), komunîst û tirkên sekûlar in. Lê dema kurdek li hemberî wan derdikeve, dibe dijminê wan û divê were tinekirin.
Berpirsê serekî yê vê aloziyê kî ye?
Helbet PKK ye. Eger şer derdikeve, yan PKK dike yan jî patronên wê. Li kudera Kurdistanê alozî hebe aliyekê wê misoger PKK ye. Navbera PKKê û partiyên PDKa Başûr, PDKa Îranê, partiyên kurd ên Sûriyê, Huda-Par, Hizbullah û Hak-Parê de alozî çêbûye. Navê vê yekê provokasyon e lê heta niha kes nikare nav lê bike. Di her aloziyekê de yan HDP heye yan PKK yan jî dûvikên wan.
Şerê PKK û Hizbullahê bi sûda kê ye?
Eger îro dîsa kurd li hev kevin sûda ti kesî ji vê yekê tine, çimkî kurd hemû dê ji vê yekê zirarê bibînin. Dibe ku sûda dewletê di vê yekê de hebe. Eger vê carê aliyên kurd li hev kevin dê mîna Sûriyê bibe. Wê demê Kurdistan dê ji destê Tirkiyê derkeve. Di vê rewşê de ne bi sûda dewletê ye. Ti kes di vî şerî de serkeftî nabe. Hemû kurd dê zirarê bibînin herî zêde jî PKK. Jixwe me ev bûyer di salên 90î de dîtibûn. Ti aliyek nikare bi çekan aliyê din tine bike.
Gelo piştî bûyerên vê dawiyê, hûn bi HDPê re rûniştin?
Piştî mirina Aytaç Baranî, HDPê daxwaza hevdîtinê kiribû me jî ji ber kongreya partiyê nekarî bi wan re bicivin. Lê piştî ku me amadebûna xwe nîşan da wan bi hêceta zêdebûna kar civîn paş xistin.
Ji bo Huda-Parê demokratîkbûn girîng e yan îslamîbûn?
Helbet ji bo me îslamîbûn girîngtir e çimkî eger civak îslamî bibe wê çaxê her kes dê mafên xwe bidest bîne. Eger demokrasî ne li dijî baweriya me be em ne li dijî wê ne. Nasnameya me ya îslamîbûnê li pêş e lê partiya me piranî ji kurdan pêk hatiye. Em mafên gelê xwe diparêzin û ev jî ne nijgadperestî ye.
Zekeriya Yapicioglu kî ye?
Sala 1966ê li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa hiqûqê li Zanîngeha Enqerê xwendiye. 30ê Hezîrana 2013ê bû serokê Giştî yê Huda-Parê. Di hilbijartinên giştî yên 7ê Hezîranê de jî namzedê serbixwe yê Amedê bû. Yapicioglu bavê 5 zarokan e.
Rudaw
