• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraq û Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Bergiriyê Iraq û Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir
Roja şemî 20.06.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Xalid Ubeydî Wezîrê Bergiriyê Iraq û Babekir Zêbarî Serok Erkanê Artêşa Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Bergiriyê Iraqê, Serok Barzanî ji pêşhatên dawî yên emnî û rewşa meydaniya bereyên rûbirûbûna terorîstên Da'îş li parêzgehên Iraqê agahdar kir. Her li vê kombûnê da rewşa bajarê Musil û paşaroja Musilê xistin ber behs û tekez jî li berengarbûn û ji navbirina terorîstan û azadkirina navçeyan kirin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de hemahengî û karê hevbeşa Herêma Kurdistanê yên li warê serbazî û asayîşê ji bo rûbirûbûna terorîstan guftûgo kirin.

Top