PJAK gefên tûj li PDKÎ û PDK dixwe
PJAKê di daxuyaniyekê de ku îro hatiye belavkirin, ragihandiye, piştî ku rayedarên îranî hatine Başûr û vegeriyane, dest bi şerekî taybet ê nû li dijî kurdan û PJAKê kirine û PDKÎ û PDK jî “bûne aletê vî şerê taybet”.
Li gorî PJAKê, PDKÎ û PDK girêdayî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ne û endamtiya wan di nav Îtilaata Îranê de eşkere ye!
PJAK sedema hêrsbûn û gefxwarina li partiyên Rojhilatî jî wiha tîne ziman: “Di van demên dawiyê de wan partiyan, ku endamên Îtilaata rêjîmê ne, dest bi xerabkirina navên kesayetiyên sivîl û mirovên welatparêz kirine.”
Baskê PKKê yê Rojhilatê Kurdistanê wiha gefê li PDKÎ û PDKê dixwe: “Em bala hemû raya giştî ya Kurdistanê dikşînin ser vê nexşeya kirêt û dibêjin, bila ew piyon û peyayên rêjîmê hewl nedin sebra tevgera apoyî û gelê welatparêz ê Kurdistanê biceribînin.”
Ji aliyekî din, li gorî agahiyên Rûdawê, piştî vê daxuyanî û gefên PJAKê, PDKÎ û PDK ji bo bersivdayînê li hev civiyane.
