• Wednesday, 18 February 2026
logo

Angelina Jolie serdana Bakurê Kurdistanê dike

Angelina Jolie serdana Bakurê Kurdistanê dike
Sterka Hollywoodê û Nûnera Taybet a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie dê were bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê.

Angelina Jolie dê ligel Komiserê Bilind ê Penaberên Neteweyên Yekbûyî Antonio Gutierrez serdana kampa li navçeya Midyadê ku tê de nêzîkî 5 hezar penaberên kurdên êzidî hene bike.

Hat ragihandin, piştî Angelina Jolie Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê serdana heman kampê bike û dê li gel penaberan fitara xwe veke.

Her çiqasî bernameya serdana Erdogan û Jolie ji hev cuda bin jî lê Joli dê nêzîkî fitarê dîsa vegere kamapa penaberan û hevdîtinekê li gel Erdogan pêk bîne.

Erdogan dê derbarê rewşa kampan, hatina penaberên li ser sînor û şiyanên lojîstikî yên li herêmê de ji rayêdaran agahiyan wergire.

Rudaw
Top