• Wednesday, 18 February 2026
logo

Patrîkên Mîlano spasiya Kurd dikin

Patrîkên Mîlano spasiya Kurd dikin

Heyeteke Patrîkên Esqefiyeya Mîlano gehêşte Hewlêrê.

Duh heyeteke Patrîkên Maronî û Serokê Esqefiyeya Mîlano gehêşte bajarê Hewlêrê û ji aliyê wezîrê navxwe Kerîm Şengalî ve hate pêşwazîkirin.

Pişt re di civînekî de heyeta mêwan peyvek derbarê rewşa penaberan bi taybetî penaberên Mesîhî yên li Kurdistanê de pêşkêş kir û jiber hevkariyên ku pêkêşî wan kirine spasiya gelê Kurd û hikûmeta Kurdistanê kir.

Tê payîn ew heyeta han çend rojan li Kurdistanê de bimîne û serî li kempên penaberan û çend dezgeh û rayedarên hikûmeta Kurdistanê bide.
Top