• Wednesday, 18 February 2026
logo

Gundewarê rojavayê Girê Sipî bi temamî hat rizgar kirin

Gundewarê rojavayê Girê Sipî bi temamî hat rizgar kirin
Şervanên Kurd piştî çend rojan ji şerekî giran gundewarê rojavayê bajarê Girê Sipî bi temamî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin, niha jî şer û pevçûn li Bajarokê Ên Îsa berdewame.

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku, Şervanên Kurd û alîgirên wan Îro 18 Hizêranê gundên (Elyabisa, Til Fender, Sewan, Bîr Etwan, Yarqo, Sûsik, Girê Sor û Kendal) û bi dehan gundikên din di navbera Kobanê û Girê Sipî de bi temamî rizgar kirin.

Herwiha wan çavkaniyên leşkerî tekez kirin ku bi dehan terên çekdarên DAIŞê û qaseyên mezin ji çek û teqemeniyan li ser erdê li piş çekdarên DAIŞê mane.

Ji aliyekî din ve şer û pevçûnên kolan bi kolan carek din di navbera şervanên Kurd û çekdarên DAIŞê li bajarokê Ên Îsa destpêkir.

Çavkaniyan ji Ên Îsa ji BasNews re ragihandin ku Enbarên rojav û rojhilatê bajarok di bin kontirola Şervanên Kurd dene lê navenda bajarokê Ên Îsa carê dikeve bin destê aliyekî de.

basnews
Top