Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi fermî derketin
Serokê komîta bilind ya hilbijartinan Sedî Kovan di daxuyaniyekê de bo (TRT) ragihand: “Her du partiyên din yên ku karîbûn têkevin perlementoya Tirkiyê û her yek ji wan partiyan 80 kursî bidestxistin Partiya Gelên Demokratîk HDPê û Partiya Tevgera Neteweyî MHPê ne.”
Herwiha Kovan ragihand ku rêjeya beşdarbûnê giha 84% ji kesên ku ji mafê wanbû ku deng bidin di hilbijartinan de ku hejmara wan 56 miloyn kesî.
Ev encamp û encamên ne fermî wek hev derketin hat diyarkrin ku miletê Tirkiyê nexwest AKP bêhirê dengan bi tena xwe bi dest bixe piştî ku ji sala 2002 heta niha deselat di destê AKPê de bû.
Piştî ragihandina encaman bi fermî dê dest bi avakirina hikûmeta nû bibe.
rudaw
