Pêngavên AK Partiyê ber bi hilbijartina pêşwext
Fraksiyona AK Partiyê di parlamentoya Tirkiyeyê de li baregeha navendiya partiya xwe li Enqerê civiya û di civînê de derbarê rewşa piştî hilbijartinan û çawaniya pêkanîna hikûmeta nû de nirxandin hat kirin.
Hat ragihandin, beşek ji parlamenterên AK Partiyê di wê civînê de tekez kirine ku zehmet e hikûmeta hevpeymaniyê bi partiyên dijbereyê re bê pêkanîn, ji ber wê yekê jî pêwîst dike, ku ew pêngavan ber bi hilbijartinên pêşwezt bihavêjin.
Li gor agahiyan, wan parlamenterên AK Partiyê aşkere kirine, sedema ku wan ber bi hilbijartinên pêşwext dehf dide, bi dest anîna dengek zêdetir e, bi awayekê wiha li ew bikarin hikûmeta piraniyê pêk bînin. Herwiha wan parlamenteran dane xuyakirin, ku ew yek bijardeya dawî ya li pêşberî wan e.
Çavdêrên rewşa siyasî ya Tikriyeyê behsa sê senariyoyan bo pêkanîna hikûmeta nû li wî welatî dikin. Yekem, pêkanîna hikûmeta hevpeymaniyê ye, duyem pêkanîna hikûmetê ji aliyê her sê partiyên dijbereyê (CHP, MHP, HDP) ku egera wê yekê gellek lawaz e û senariyoya sêyem jî lidarxistina hilbijartinên pêşwext li wî welatî ye.
Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de, li gor encamên fermî AK Pariyê %40.87ê dengan bidest xist û bp partiya yekem. Herwiha CHPê %24.95, MHPê %16.29 û HDPê %13.12ê dengan bidest anîn.
Rudaw
