• Wednesday, 18 February 2026
logo

Firyad Rewandizî: Heşda Şeibî heşdek niştimaniye

Firyad Rewandizî: Heşda Şeibî heşdek niştimaniye
Wezîra Rewşenbîriya Îraqê ragihand ku divê wêneya Heşda Şeibî ji aliyê dezgehên ragihandina Erebî bê durust kirin, lewma divê kar bo vê pirsê were kirin.

Duh 17 Hizêranê wezîra rewşenbîriya Îraqê “Firyad Rewandûzî“ ku li ser pişka Kurdan bûye wezîr, di pêşwazîkirina hejmarek hunermendên welatê Misrê de ragihand ku, Ew kar dike bo damezirandina Heşda Rewşenbîrî li dijî têrorê bi mebest piştevaniya Heşida Şeibî û hêzên çekdarên din li dijî çekdarên DAIŞê û eşkere jî kir ku DAIŞ bê cudabûn (Suna, Şîaa, Kurd û Xiristiyanan) dikuje û li dijî wan tawanên ne mirovane dike.

Wê wezîra Kurd di Hikûmeta Îraqê de derbarê Heşida Şeibî ragihand: “Heşda Şeibî heşdek niştimaniye û heger ne ji Heşda Şeibî ba niha Bexda di bin kontirola çekdarên DAIŞê de ba .”

Her wiha ragihand: “Wêneya Heşda Şeibî divê bê durust kirin, ji ber ev wêne bi rengekî şaş û xirab di ragihandina Erebî de tê belav kirin.”

Ev gotinên wezîra rewşenbîriya Îraqê di demekê de tên ku çekdarên Heşda Şeibî wek çekdarên Tifî û tuhmet bar bi çend kiryarên ne mirovane li dijî Erebên Suneyên Îraqê li her yek ji parêzgeha Selahedîn û diyala tên nas kirin.

Basnews
Top