Serok Barzanî hatina meha Ramazana pîroz li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir
(Şehr remezan ala anzel fiye alqran hedîllnas û bînat min alhedî û alfurqan)
/Sadaq allahul azîm/
Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, germtirîn pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê bi giştî û Kurdistan û Iraqê bi taybetî dikim.
Hêvîdarim hatina meha Remezanê pir bereket û rehmeta Remezanê ji bo gelê Kurdistanê bibê cihê dawî hatina nexweşî û kavilkariyê û hatina xêr û xweşî û aramiya zêdetir û derbasbûna gelên Iraqê ji êş û nexweşiyê û belavbûna aştî û pêkvejiyan û bexteweriyê ji bo hemû mirovayetiyê.
Bila meha pîroza Remezanê bikîn derfetek ji bo hevkarî û aştî û lêborînê ku peyama serekiya ola pîroza Îslame.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
1 ê Remezana 1436 ê Koçî
18.06.2015
