Hikûmeta Îraqê: xweşhalin bi redkirina pirojeya pirçekirina Pêşmerge
Wezareta derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de xweşhaliya xwe derbarê redkirina biryara pirçekirina Pêşmerge bi şêweyê rasterast ji aliyê kongirêsê Amerîka anî ziman.
Di daxuyaniyê de hatiye ku Îraq dê hemî aliyan pirçek bike li dijî çekdarên DAIŞê tevî Pêşmergeyan jî.
Li gorî wezareta derve ya Îraqê Hikûmeta Îraqê berpirse di dabeşkirina çekan bo hemî hêzên Îraqê û “Her pirçekirinek ji bo kîjan hêzê be bêyî Hikûmeta Îraqê zerermendiye bo tevahiya Îraqê û lawazbûna yekitiya Îraqiyane li dijî Têrorîstên DAIŞê.”
Duh 17 Hizêranê kongirêsê Amerîka piroje yasaya pirçekirina Pêşmerge bi şêweyê rasterast red kir.
Basnews
